February 2017

Vejîna Kurd

Ji ber
ku ez jin im, hemû rengên keskesorê li ser lêvên min azan didin û zemawendên
tavê di pêlên ronahiya min de vedijenin, tîrêjên min digihên kişwera zaroktiyê,
bîbikên hezkiriyên min, avahiyên herî dijwar û hemû şaxên jiyanê, bisk û guliyên demê li ber
şewqa rûyê min û li ber awazên bilûra dengê min bi ser…

Ronî Elî

Di peyala xwe de
Guhdarî gupgupa dilê yarekê dikim
Ne tenê lêvên min
Ji tirsa pêjna wê .. Dilerizin
Gewriya min jî
Bi her dengekî re
Hevokekê dadiqurtîne
Nizanim ka serxoş im
An kevanê hestên bi kul
Di argûnê şeydê de
Disoje … Û ji terazûyê dikeve

Di peyala xwe deDahola govendekêBi baskên şevêLi ber serê dergûşekî bê dengLêdidimNiçniçên xîfetanBi gera kadizê reRadikim dîlan û…

Senar
(Mûsa Qulîkî Mîlan)

Almaata
1999
Koziya
hesreta dayê
Ji
kezebê qet dernayê

Dikim
ji bîr bikim, nabe
Hewar
ji dest vê sewdayê

Dibêm dayê! Dayê nayêBela ware vê dinyayê- Ji hev destê miyê, berxêDiqetîne bêwefayê Ji min istand feleka pîrMeçêtira xweda dayê Bê dayê ez ker û gêj imŞikand baskêm vê qezayê Bi min şîret dikir her rojWê tûtiya şekirxayê Li ber landikê diya minBi şev, rojan bê xew mayê Hezarî, yek…

Merwan Berekat

Eger mirov doza Kurdî di sedsala bîstê
de bişopîne û bûyeranên wê raçav bike, herweha cihê wê di nav siyasetên
navnetewî de binase ku çawa gelê Kurd û doza wî ya dadwer dibûn qurbaniya
berjewendiyên hêz û dewletên mezin, bêguman mirov dê têbigihê ku ta astekê
gunehên Kurdan jî di wan têkçûnan de hebûn. Ji aliyekî ve, lawazbûna…

Merwan
Berekat

Şaha Şemî û şevên şên
Şahiya şevbuhêrkan..
Şepal û Şehrezad
î
Şalûla şa û şeşremg
Şox, şehnaz û şahîzê
Şêrîn û şekirqend
î

Şevsaz û şewqdana şemŞevşikîna şekokan Şevdera şayesend îŞêrîn, şeng û şahingŞadiyana şahgulan Şîlana şîlavqend îŞivanmijûlka şînêŞekiristana şehreyar Şaha Şadîpesend îŞeş şev û Şemî şan eŞageşa te şanî ye Şayest, şermok û şeyd î Şiqşiqa şivîlokanŞîrava şilêra…

Agahdarî

Hevgirtina Rewşenbirên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)ê, piştî ku bi awayekî serkeftî
pêncemîn kongireya xwe li ser xaka Rojava lidarxist û bi temamî navenda xwe veguhezt
hundirê welêt, niha jî roja şemiyê 25.02.2017 li Elmanyayê, li bajarê Wuppertalê, dê
konferansa xwe ya şaxê Ewrupayê lidarxîne.

Bi vê daxuyaniyê em hemû rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê ku berê endamên HRRKê ne, yan jî mercên…

Hoşeng OSÊ

Di xeleka
yekem û duyem ji vê nivîsê de min got ku Öcalan gelek caran, bi şêweyekê dîrekt
yan nedîrekt, dida dîyar kirin ku nelihevkirin yan ji hev tênegihiştin di
navbera wî û Qendîlê de heye, lê ti carî PKKê û ragihandin û medyayê ew nedaye
dîyar kirin ku nakokî di vê mijarê de hene, û wan derew…

Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer

Ciyosteratîcîka Kurdistanê:
Ji hêla
ciyosteratîcîk de, Kurdistan dikeve navbera ҫar deverên ciyopolîtîk: Aryana (Îran, Biloşistan, Efxanistan), û
Bîlad Errafîdeyn (Îraq), û Asyaya biҫûk (Rojavayê Tirkiyê), û Sûriyeyê, û danûstandinên bazirganî, ҫandî û leşkerî
yên van deveran, bivê nevê, di Kurdistanê re derbas dibin, vê lomê jî her
dewleteke hêzdar di deverekê ji van her ҫar deveran…

Konê Reş

Gelek
caran di bavê Sînemxanê de diponijîm û min ji xwe re digot; çima Mîr Celadet
Bedirxan navê keça xwe î delalî kiriye Sînemxan? Hem jî helbestvanê netewî
Cegerxwîn, wî jî, navê keçek xwe kiriye Sînemxan.. Ta ku van rojên dawî, rastî kalemêrekî koçerê Botan,
ji şîra Batiwa hatim. Navê wî Mela Haciyê Celam e. Ew di…

Salar Salih

 

Kurd ji hezarên salan ve li ser xaka xwe ya
dîrokî dijîn, Kurdistana sirûştî ku welatê miletê Kurd e, di dîrokê de yek
parçe bû ta sala 1514 an, ku yekemîn car hat parçekirin di navbera ferweriya
Osmanî û ferweriya Sefewî de piştî cenga Çaldêranê,…