Mîr Celadet Bedirxan û Cegerxwîn û Navê Sînemxanê

Konê Reş
  Gelek
caran di bavê Sînemxanê de diponijîm û min ji xwe re digot; çima Mîr Celadet
Bedirxan navê keça xwe î delalî kiriye Sînemxan? Hem jî helbestvanê netewî
Cegerxwîn, wî jî, navê keçek xwe kiriye Sînemxan.. Ta ku van rojên dawî, rastî kalemêrekî koçerê Botan,
ji şîra Batiwa hatim. Navê wî Mela Haciyê Celam e. Ew di sala 1925an de li
gundê (Kanî Rorkê/ Kurdistana bakur), nêzîkî bajarê Cizîra Botan çebûye û hêj li ser huşê xwe ye.
 Wî çîroka Sînemxanê û geyayî Sînemxanê wiha ji min re got:
  Di heyamê Mîrê Cizîra Botan Mîr Mihema de, yê ku xwediyê Birca Belek bû û gêra bajarê Cizîrê (Gêra Mîr Mihema), bi navê wî hatiye naskirin. Di wî heyamî de keçek ciwan û sipehî ji malbata mîrekên Botan li bajarê Cizîrê, bi navê (Sînemxanê) hebû. Ew keç zor aqilmend, zîrek û spehî bû.. Mîr Mihema qedrê wê digirt û pê dişêwirî..  Jina Mîr Mihema ji wê pêwendiyê aciz bû, jê werê mêrê wê dilketiye Sînemxanê de û ditirsiya ku rojekê wê ji xwe re bîne..  Vêca di rêka Mela Abdulcelîl re gunehekî mezin î bi bêbextî kirin stiwê wê de û bextê wê reş kirin..
Bi belavbûna vî gunehê bêbextî re, dilê Mîr Mihema jî, ji Sînemxanê şikest. Wî jî, ji Mela Abdulcelîl bawer kir û xwe dûrî wê vegirt. 
Çendî Sînemxanê doza dîtina Mîr Mihema kir ku çîroka rast û durist jêre bêje û bêrîbûna xwe jêre diyar bike, lê Mîr Mihema xwe nedida ber dîtina wê. Ta ku di rojek buharî de, Sînemxanê sehkir ku Mîr Mihema derketiye Nêrgiziyê, seyranê, hema bê destûr xwe pêve gihand û ji kerba nava xwe re, ev gotin jêre got: 
Mîro! Cizîr xweş Cizîr e
Di bere Şetyan e
Di ser re bexçê Mîr e
Du zilamên xwedî wijdan bîne;
Ka gunehê min e an
Gunehê Mela Abdulcelîl e?
Mîro! Sînemxan nexweş e
Bibire kêl û ferş e
Serî giha kezeba reş e..
Dibêjin, dema ku Sînemxanê ev gotin ji Mîr re gotiye, geyak li dor wan hebû, pêre pêre pel û kulîlkên wî geyayî ji ber bêrîbûna wê hatine weşandin. Ta roja îro xelkên Cizîra Botan ji wî giyayî re dibêjin: (Geyayê Sînemxanê).
Bi demê re, ji ber ciwanî, mêranî û bêrîbûna Sînemxanê, gelek melayan û dengbêjan rist û stran avêtine ser Sînemxanê.. Pesnê wê dane û wiha navê wê di derîkî fireh re derbasî folklor û wêjeya Kurdî bûye û gotine:
Navê te Sînemxanê pesnê te çû bi dinyê da
Anya te keverkaxete Alima qelem lê da..
Erê erê.. naxwe ji ber vê yekê Mîr Celadet Bedirxan û seydayê Cegerxwîn navên keçên xwe kirine Sînemxan.
Ey Mîr Celadet Bedirxan û Cegerxwînê Kurd! Digel xebat û têkoşîna we a bê rawestan, hûn li bêrîbûna xwe jî digeriyan..! De razên bi xweşî.. Razên bi xweşî, va her buhar geyayê Sînemxanê xwe ji pelan dadiweşîne. Navê we jî di seranserî Kurdistanê de deng vedide..
Konê Reş, Qamişlo, 18.10.2016

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…