Dewleta kûr ya Cemîl Bayik (3-3)

Hoşeng OSÊ
Di xeleka
yekem û duyem ji vê nivîsê de min got ku Öcalan gelek caran, bi şêweyekê dîrekt
yan nedîrekt, dida dîyar kirin ku nelihevkirin yan ji hev tênegihiştin di
navbera wî û Qendîlê de heye, lê ti carî PKKê û ragihandin û medyayê ew nedaye
dîyar kirin ku nakokî di vê mijarê de hene, û wan derew derdixîne. Gelek
derûdorên PKKê yan jî HDPê vê yekê baş dizanin, nemaze yên lîberal û sivîl ku
xwe bêtir nêzîkî Öcalan dibînin, lê newêrin vê rastîyê bînin ziman. Di derbarê
nakokîyên navber Öcalan û Bayık de mirov dikare hin mînakan bîne ziman:
  I – Bûyera rakirina Ahmed Turk ji serokatîya (DTP) û anîna kadroyê PKKê Nurettin Demirtaş “birayê Selahattin Demirtaş”. Wê çaxê, dewlet û hikûmet dîn bûn û ne tenê Nurettin Demirtaş kişandin leşkerîya artêşa tirk lê zext li Öcalan kirin da dîsa Ahmet Türk veger serokatîya (DTP). Öcalan nerazîbûna xwe dîyar kir û bi tundî Qendîl rexne kir û bi ya wî hate kirin.
 II- Di tîrmeha 2011an de dema ku li Osloyê dîyaloga bidizî di navbera PKKê û MÎTê de hebû, HPGê êrîşî qereqoleka artêşa tirk nêzî Farqînê kir û 11-14 leşker kuştin. Pêvajoya dîyalogê veguherî şer.  Öcalan gelekî hêrs bû û li gorî çapemenî û medya tirk; “Öcalan ji wezareta dadwerîyê re nivîsand û xwast parêzerên xwe nebîne ji ber ku daxuanîyên wî şaş derdixin û digihînin raya giştî”. Wê çaxê Qendîlê digot: “hikûmeta AKPê “tecrîd” li ser Öcalan ferz kirîye”.
III- Bûyera gireva birçîbûnê ya herî dawî ku Qendîlê ji hemû girtîyên PKKê xwastibû bikin û bi hezaran girtî tevlî vê mangirtinê bibûn ku nêzîkî 68 rojan dewam kir û jîyana 520 girtî kete qonaxa metirsîya mirinê. Vê mangirtinê hikûmeta AKPê gelek tengav kiribû û ew xistibû krîzeka sîyasî û exlaqî. Lewma hikûmetê hawar xwe bi Öcalan anî û wî jî fermana rawestandina mangirtinê da ku qaşo “gihîşt armancên xwe”. Lê digel vê jî, Öcalan rexneyên tund li Qendîlê kir û got: “Eger hinek kes hebin têkevin mangirtinê?Gerek ew kesên li derve bin, ne kesên di nav çar dîwaran de bin”. Mebesta wî jî Bayık û hemû kesên li Qendîlê bû. Hinek çavdêr dîtin ku Bayık û Qendîl, bi wê mangirtinê, xwastin Öcalan tengav û fedîkar derînin, ji ber ku ji sala 1999ê ve û ta niha, Öcalan rojeka tenê jî, neketîye mangirtinê di demekê de ku bi hezaran girtîyên PKKê ji bo xatirê Öcalan û xweşkirina rewşa wî, gelek caran çalakîya magirtinê lidarxistin. Lewra Öcalan bi hêrs û tundî rexne li Qendîlê kir.
IV- Di 21.3.2013an de Öcalan daxuyanîyeka “dîrokî” da û rê li ber jidestwerdana çekan vekir û fermana vekişandina hêz û şervanên PKKê derveyî sînorên Tirkîye da û got ku “dema şerê çekdarî çû”. PKKê bi ya Öcalan kir û bersiveka erênî da. Lê piştî hibijartina Bayık jibo serokatîya PKK-KCKê, di 9.9.2013an de PKKê biryara rawetandina vekişandina şervanan da û pêvajo vergerîya cihê yekemîn ku jê destpêkir. Di 21.3.2014an de dîsa Öcalan daxuyanîyeka din da û têde xwast ku (HDPê) di kongreyeka lezgîn mijara ji destberdana çekan gotubêj bike. Û piştî ew serketina dîrokî ku HDPê di hilbijartinên 2015an de bidestxist û girîngîya qezencên sîyastê û rawestandina çekan derket pêş, Qendîlê di 13. 6.2015an de daxûyanîyeka balkêş derxist û bersiva Öcalan da û têde got: “mijara berdana çekan ne di destên Öcalan de ye û ne jî di destên HDPê de ye”. Ev bûyer û serencamên borî, beşeke biçûk in ji nîşan û îşaretên ku nakokî û nelihevkirin di navbera Îmarli û Qendîl (Öcalan – Bayık) heye. Di rewşeka wisa de mirov bi hêsanî dikar bêje:
 I – PKKê êdî ne bi du serîyê (Öcalan – Bayık) tê birêvebirin, lê bi yek serîye ew jî C. Bayık e. Û Bayik jî ketîye bin bandor û kontrola Tehranê.
II – Bêdengîya Öcalan, nayê wê wateyê ku ji kiryarên PKK-KCKê yên vê dawîyê li bajarên Kurdistana bakur razî ye. Öcalan dibîne çawan hemû deskeftên kurdan ku ji sala 1990î ve û ta niha, yeko yeko, ji dest diçin. Nemaze piştî ku Bayık “dewleta xwe ya kûr” bi yek carî li ser PKKê ferz kir.
III – Eger dewleta tirk Öcalan serbest berde, dê PKKê têkeve alozî û krîzeka mezin û hebûnî. Jiber ku dê 3ê rê li pêşîya wî hebin; yan dê xwe radestî “dewleta kûr” yan Tirkiyê bike, yan dê xwe radestî “dewleta kûr” ya Bayık bike, yan jî dê xwe bêdeng bike û xwe ji hemû tiştî vekşîne. Jiber ku Öcalan xwe kesekê sivîl dibîne lê Bayık xwe generalê leşkerî yê payebilind dibîne û ti carî bi wî re nayê qurtandin ku ferman û emr û perspektîvan ji kesên sivîl weke: Osman Baydemir, Leyla Zana, Ahmed Türk û Selahattin  Demirtaş bistîne. Niha, dem dema “dewleta kûr” a C. Bayik e. Di vê “dewletê” de Duran Kalkan, Mustafa Karasu, Rıza Altun, Sabri Ok û Ali Haydar Kaytan… hwd cih û rolên xwe girtine, tenê M. Karayılan ku bêtir nêzîkî Öcalan maye. Ligorî nerîna min gelek “sendoqên reş” hene ku gelek sir û razên û kiryarên nepenî û veşartî yên “dewleta kûr” a Öcalan û a Bayık jî dizanin lê newêrin bêjin. Ev “sendoqên reş” him di hundirê PKKê de hene û him ji rêxistinê veqetîyan e. Ya herî tal û bi jan û êş, li gorî nerîna min, ew e ku doza kurd li Kurdistan û Tirkîye ev 20-30 sal in bûye gogeka ji xwîn û agir ku “dewletên kûr” û yen eşkere pê dilîzin.
———–
Jêder: heftenameya Basnews “BasNûçe” – hijmara 6-12/2/2017
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…