Helbest u Vidyo

Dayê….

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan 
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine
Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle
Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike
Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…
Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim bê te
Tu paytexta mine..
Sipas dikim Xwedan
Kû tu dayika mine..
Dayê, Ji bo min
kes wek te tû ne
Tu gotina yekem 
li ser zimanê mi ne
Tû stêrka minî dayê
di ezmanê şevê de
Te destê min girtin
di her gav û rê de
Bihna te li malê … 
wek misk û embere
Bi şev û rojan dayê 
duayên min ji te re
Ger ez bibim pîr
yan jî lawik bim
Li ber te dayê…
ezê her zarok bim
De xwezka Dayê 
Ez piçûk vegerim
Û di hemêza te de
Ez di xew ve herim
Linz,19.07.2019
========== 
Ev Helbest diyarî ji bo dayika min….

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso *Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt... Nebêjin, nikare…