Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Yekemîn Konferansa Şaxê Ewrupayê lidardixe

Agahdarî
 
Hevgirtina Rewşenbirên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)ê, piştî ku bi awayekî serkeftî
pêncemîn kongireya xwe li ser xaka Rojava lidarxist û bi temamî navenda xwe veguhezt
hundirê welêt, niha jî roja şemiyê 25.02.2017 li Elmanyayê, li bajarê Wuppertalê, dê
konferansa xwe ya şaxê Ewrupayê lidarxîne.
Bi vê daxuyaniyê em hemû rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê ku berê endamên HRRKê ne, yan jî mercên endametiyê li cem wan peyda dibin, daxwaza wan a tevlêbûnê heye û li welatên Ewrupayê dijîn agahdar dikin, ku ew dikarin bi komîta amadekar re di riya vê emailê re têkevin têkiliyê:
Bi tevlêbûna we ya yekemîn konferansa şaxê Ewrupayê ya HRRKê, ku wê di bin sernavê ” Ji bo çesipandina nasnameya rewşenbîrî” de lidarkeve, em ê kêfxweş bibin.
 
 
Komîteya Birêveber ya Şaxê Ewrupayê ya HRRKê
05.02.2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmûd Abbas

Neteweyên Biçûk û Cihê Wan di Pergala Nû ya Cîhanê de

Di pergala nû ya cîhanê de، giraniya netewe û welatan êdî tenê bi firehiya erdnîgariyê، hejmara gel an mezinahiya hêza leşkerî nayê pîvan. Ceribandinên çend dehsalên dawî nîşan didin ku welatên biçûk dikarin bi rêxistina baş، veberhênana li mirov، avakirina aboriyeke…

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…