Kurdistana Rojava çawa tevlî Sûriyê bû ?


Salar Salih

 

Kurd ji hezarên salan ve li ser xaka xwe ya
dîrokî dijîn, Kurdistana sirûştî ku welatê miletê Kurd e, di dîrokê de yek
parçe bû ta sala 1514 an, ku yekemîn car hat parçekirin di navbera ferweriya
Osmanî û ferweriya Sefewî de piştî cenga Çaldêranê, ku ferweriya Osmanî têde
biserket, Kurdistana mezin bi vî awayî ji sala 1514 an de bû du beş, beşê mezin
ji Kurdistanê ji para ferweriya Osmanî ket, û gelek mîrîtî di wî beşî ji
Kurdistanê avabûn girêdayî Sultanê Osmanî bûn ligor sîstemkê nêzîkî sîstema
konfidralîzmê , wek mîrîtiya Botan, mîrîtiya Bedlîs, mîrîtiya Kilis, û mîrîtiya
Milî ya ku ta sala 1909 an jî lidar bû.

Piştî şerê cihanî yê yekem û têkçûna ferweriya Osmanî, dewletên hevpeyman xakên ferweriyê di navbera xwe de dabeşkirin bi imzekirina rêkeftina Sayiks – Pîko sala 1916 an di navbera Brîtanya û Ferensa û Rûsiyayê, lê piştî vêketina şoreşa Belşefî li Rûsya ya Qeyserî sala 1917 an, Rûsiya ji rêkeftinê vekişiya û tenê Ferensa û Brîtanya xakên ferweriya Osmanî di nav xwe de parve kirin.
Gelek navkokî di navbera Ferensa û Birîtanya de derketin holê, lê di dawiyê de ferensa  ji herêma Mûsilê ya Piranya Kurdî ku di para wê de bû daket û da Birîtanya, beramber rêjeyekê ji petrola Mûsilê, di rêkeftina Londonê de sala 1920 an di navbera Ferensa û Birîtanyayê, û bi vî şêweyî xakên rojhilatî çemê Dijlê ketin bin kontrola Birîtanya de û tevlî dewleta Iraqê ya nû bûn, û xakên Kurdistanî yên rojavayê çemê Dijlê tevlî Sûriyê bûn ku di bin kontrola Ferensayê de bû.
Û jiber piştgiriya Tirkiyê ji şoreşgerên Sûrî re li dijî hêzên Ferensî û hebûna wan li Sûriyê, Ferensa gihişt rêkeftinekê bi Tirkiyê re ji bo destnîşankirina sînorên di navbera Tirkiyê û Sûriyê de, û li bajarê Enqere sala 1921 rêkeftina Franklîn – Boyon hate imzekirin di navbera Ferensa û Tirkiyê de û sînor hatin danîn û Kurdistana Rojava hat veqetandin ji Kurdistana Bakur û bi vî awayî Kurdistana Osmanî hate dabeşkirin di navbera sê dewletan de, Tirkiyê , Iraq ,û Sûriyê, jiber berjewendiyên Dewletên hevpeyman yên serkeftî di şerê cîhanî yê yekem de.
Li tev ku peymana Sîver sala 1920 an danpêdan bi mafê miletê Kurd kir di desthilateke otonomî de li deverên piraniya Kurdî , lê ew peyman bi cî nehat jiber berjewendiyên dewletên hevpeyman û di kongirê Lozanê de sala 1923 an Kurd hatin xapandin û ti maf bi dest nexistin.
Pirsa miletê Kurd li Sûriyê pirsa Xak û Milet e, ne wek ku hin rewşenbîrên nijadperest dibêjin ku Kurd kêmnetew in li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, divê ku çareseriyek guncaw ji pirsa Kurdî re bê çespandin, ew çareserî jî divê di çarçoveya sîstemeke fedralî de be, ku miletê Kurd bikaribe Herêmên xwe bixwe birêve bibe, ger çareserî ne li ser vê bingehê be aramî li Sûriyê çênabe, û pêşbînî heye ku Sûriyê parçe bibe ger sîstema Fedralî neyê pejirandin ji Rêjîm û Rikberiya Sûrî.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…