Ji Ber Ku Ez Jin im

Vejîna Kurd
 
Ji ber
ku ez jin im, hemû rengên keskesorê li ser lêvên min azan didin û zemawendên
tavê di pêlên ronahiya min de vedijenin, tîrêjên min digihên kişwera zaroktiyê,
bîbikên hezkiriyên min, avahiyên herî dijwar û  hemû şaxên jiyanê, bisk û guliyên demê li ber
şewqa rûyê min û li ber awazên bilûra dengê min bi ser gund û bajaran de îlahî
li ba dibin..  Bi tîpên dilsozî û evîndariyê
helbesta jînê malik bi malik dihûnim û abeya jiyanê diafirînim..
Ji berbanga temenê min ve eşq û evîn ji kanîkên çavên min dizên, lewma bi Xwedêwenda ez hatime binavkirin, û afirênerê jiyanê hemû bedewî, qeşengî û nazdarî di bejn û bala min de berdaye, dilê min, mîna kaniyeke zelal, zîzî û delaliyê diherikîne.. Bi geşbîniya xwe asoyên rengereng serxweş dikim, bi pêlên hestên nazik tovên evînê, li her derê direşînim û dergeha buhiştê li ser piştê vedikim
Ji ber ku ez jin im, beyaban û zeviyên bûr ji rûyê zemînê radikim, bi sebir û aramiya xwe, xem û qisawetan ji sewkiya demsalan dadimalim, firavîna xwe li ber pala xem û kovanan, bi dilxweşî, dixwem û qet nawestim. Di taldeya şevan de jî gilî û gazincên xwe bi stêrkan re parve dikim, xwe davêm bextê heyvê , xemgîniya xwe li pişta wê bardikim, ji şewqa wê ya zîvî giyanê xwe yê westiyayî ronî dikim, û loda xewnên xwe li ber bayê hêviyan li bere ba dikim.
Nivişta dayikbûnê ya pîroz çirûskên şahiyê li valahiya demên min dipekîne, kenê zarokekî giyanê min di meşka şahiyê de dikeyîne, miltanê êş û derdên min pîne dike û birûskên vînê di dilê min de dijenîne.. Erêê.. erê.. ji ber ku ez dayikeke dilovan im.
 Ji ber ku ez jin im, qufika temenê min çîrokeke xembar dişopîne û bêzariya ku xwe li bedena demên min pêçaye, tovên qêrînan di sîngê hawaran de diçîne û dîwarên mirovahiyê ji qelşan mişt dike..
Belê… mêrê min konê koletiyê di zemînê hizrên min de vedigire, û destarê ramanan di warê mirinê de dihêre, ezeziya wî şehkirina bisk û keziyên kovanên min girantir dike, roj û şevên min di argûnkê mejiyê wî de tên sotandin, ez dibim kevokeke ji xemê û dilsotiya fîxanên min baskên min bere keseran difirîne.
 Keserên ku sal bi sal bi ser hev de giran bûne, lihevsîwarkirî ne.. di nav hev de ne û ji hev in.. Keserên ku min berve mûmên azadiyê dimeşînin û gavên min di siha pêdariyê de gupikên serkeftinan dişopînin û ji bend û qeydan rizgar dikin..
Belê.. ji ber ku ez jin im, coş û pêdariya min tûrikê kul, derd û zorkêşiyên ku li ser min tabî bûne qul dikin û zengilê zanînê li darebesta jiyanê bi deng dikin.  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…