September 2008

Konê Reş

Rojnamevan û nivîskarê bê westan barhilgirê derd û kulê gelê Kurd, şoreşgerê ku li dijî dijmin bi pênûs û xamê disekinî, şêxê nivîskarên Kurd, apê me Mûsa Anter: Şêxo, Şeyhmus Almas, hate kuştin bi destê dijminê gelê Kurd, di şeva(20-21/9/1992)an de, di bajarê Diyarbekir de, li taxa (Seyran Tepe).

Helbet rola pênûsa…

Dara BILEK

Doza Ergenekon Ber Bi Pêvajoyeke Nûve Diçe..
Wekî ku tê zanîn roja 3ê îlona 2008 an generalekî bi navê serkirdayetiya hêzên çekdarên tirk di zindanê de serdana du genaralên malnişîn ji bo doza Egenekonê ku girtî bûn kir. Vê serdan di raya giştî ya Tirkiyê de gelek deng veda. Rêxistina Ergenekonê ji aliyê…

HOŞENG OSÊ

Berî 2 sal û 10 mehan, serokwezîrê berê yê Îsraîlê Aryal Şaron ji partiya “LÎKÛD” cuda bû û ji xwe re partiyeke nû ya bi navê QADÎMA ava kir. Ev partî, kete hibijartinan û bi ser ket. Lê piraniya parlementoyê bi dest nexist. Lewra bi partiyên din re koalîsyon ava kir û Şaron…

Dr. Ibrahîmê Mehmûd

Jı bo bîranîna 24 – mîn sala koçbarî û 71 salıya lı dayıkbûnê «Xeleka (2)»

Efsana „ Padîşah ê krêt „

Zindan, kîlerên binerd yên tarî û qirêj, deriyên hasinî, dîwarên qalind û derabekirî… Ev gotin û ciyên bi tirs û sehûgirtî; gelo çuqasî dengên azadîxwaz têde hatine xeniqandinê? Gelo çendîn mêrxas û…

Mecîd Heso

Muxaleft, rexnegirtin, azadiya bîrûbaweran kevrên bingehîn yên avakirina rasteqîne û pêşvebirina her welatekiye, parastina van nirxan yek ji erkên sereke yên deselatê ye, gelek deselat hene bi taybet li welatên pêşketî ji boy ku karê wan baştir bê maşandin muxalif, rexnegir û kesên wêrek çêdikin, diparêzin û destek dikin, lê Mixabin li…

XEMGÎN Ê REMO

Şeve û ba digrî …

Dengvedana dîlana baranê
Li banî
Cîhanek sîtavî ye …
Dilê min
Çûkê di hêlînê de
Xewnê bi buhareke geş dibîne
Ku newroz nêzîke
Yar bîke
Û sirûdên şahî yê
Wê bibin xunavî …

Tenha ez û şev
Şeve … û ba digrî
Lorîna vî bayî
Bilûra siba ye
Sitranek ji zarê keçika ye
Mîna kêreke tûj
Kezeba min dalêse
Him tirse , him şahî…

RONÎ RONÎ

silav û rêz bo wên rêzdar.
Rexneyên we derbarî komcivîna komîta navendî ya partî li sûriya û daxuyaniya wê ku li ser malperên beşên kurdî hatî weşandin, bê goman dema mirov gotarên we herdiwan dixwînê rastîya kîna dilê we diyar dike,e jî biwere dibêjim ew pênûsa ji bo pirsgirêka gelê xwe ne nivîsê…

Beşîr Mele

hiner û qelem
ser datînin li ber şehadeta we
heger Ehmedê xanî saxba
wê bigota:
her çî ji xwere girtî kerazmet
sûnda xwe kirî rêça şehadet

heta nefesa dawî li kare
wek Mûsa li Amedê diyare

“şûrê hinera we tête danîn
qedrê qelema we tête zanîn”
ilm û hiner û kesên qehreman
ji bo jiyanê…

Bi Xem û Kovanek mezin Iro Şemiyiê /20/9/2008/ ê li Bajarê Dêrika hemko, hêja Emînê Derwêş (Bavê Egîd) çû ber dilovaniya Xwedê piştî berxwedanek dirêj bi nexweşiyê re ; û heftê û yek sal ji Jiyanek dewlemend bi Xebata netewî û pîtepêdan bi Çand û kultorê kurdî ; di ciwaniya xwe de xebatkerek balkêş , xwedî…

Serê vê sibehê roja 20 ê êlûnê 2008, Dêrik a Hemko bi dilekî şikestî nûçeya koçkirina seydayê hêja (Emînê Derwêş) bavê Egîd bihîst .
Ji vê nûçeya xemgînî re em wekî Tevna çand û hunera kurdî li Dêrika Hemko , sersaxiyê ji malbat , dost û hogirên wî re dixwazin .
Hêjayî gotinê ye ku seydayê…