Gotar

Gurûpa Dêrikê a Çanda Kurdî Mûmeke xwe windakir

 Bi Xem û Kovanek mezin Iro Şemiyiê /20/9/2008/ ê li Bajarê Dêrika hemko, hêja Emînê Derwêş (Bavê Egîd) çû ber dilovaniya Xwedê  piştî berxwedanek dirêj bi nexweşiyê re ; û heftê û yek sal ji Jiyanek dewlemend bi Xebata netewî û pîtepêdan bi Çand û kultorê kurdî ; di ciwaniya xwe de xebatkerek balkêş , xwedî Nêrîn û Helwest bû di Rêzên tevgera Siyasî a Kurd de , her weha di Çend Salên Dawî ji temenê xwe heskerek dilsoz bû ji Çanda kurdî re , Endamek wefadar bû di Gurûpa Dêrikê a Çanda Kurdî de
di Çalakiyên wê de xwedî Dan û Nêrîn bû , hestê xwe ê tenik di Helbestên xwe de diyar dikir ; bi daneheva xwe ji Pend û kurte Çîrokên kurdî re , Evîndariya xwe ji Rewişt û tîtal , Sitûnên yasayî Civakî Kurdî re dedibirî  ; lew jî xwedî Cihek Berz û bilind bû di Dilê dost û Hevalên xwe de , Hest û helwestên wî cihê Rêz û Rawazê bûn , bê Guman Koçberiya wî a dawî , vemirandina Mûmek geş di Çand û civaka kurdî de ye .
Rêberî û Endamên Gurûpa Dêrikê a Çanda Kurdî behîdariya xwe , Malbata Bavê Egîd û Qada Rewşenbîrî Kurdî dikin  , û ser saxiyê ji xwe û wanre dixazin ; û ronakrewanê xwe re di bêjin wê Cihê te ne mîne vale û Çalakiyên Gurûpê cihê Hêviyê we bin , Dîse hêvîdarin ji yezdanê pak ku hêja Emînê Derwêş bi Dilovaniya  xwe bi gihînê û bi Buhişta xwe Şabikê .  

Gurûpa Dêrikê a Çanda Kurdî

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…