Mecîd Heso Kerem bikin vaye rastiya başûrê Kurdistanê li ber çava ye.
Va ye ji sala 1991 û vir de nîvek axa başûrê Kurdistanê azade û ji sala 2003 û vir de nîva dî jî ber bi azadiyê ve ye, çi bû, çi encam jê derket?
bereyê Kurdistanê ku ji 8 partiyan pêk dihat, di nav lepên du partiyan de vetisî, bi mirina bereyi re hêdî hêdî muxalifet, rexnegirtin, azadiya bîrûbaweran kiz bû û ber bi neman ve çûn.
Nakokiyên partayetî, civakî û olî bi şerê deselatê re kûrbûn.
Herêma min û ya wî bû realîteyek, cardin Kurdistan hat parçekirin, mixabin vê carê bi destê Kurdan bû.
Hestên neteweyî ji sifrê ber bi jêr kirin.
Jin ku nîva civakê ye ji xwe re kirin armanc, li jêr dirûşme ya namûs li cem jinê ye, xilasbûn ji jinan wate xilasbûne ji koletiyê û jêr destiyê ye.
Gendeliya rêveberiyê, milet ji beşdarbûyîna prosesa rizgariya neteweyî dûrxistin, ev gendeliya heyî bêhêvîbûnek li cem xelkê Kurdistanê dirust kir û milet tar û mar kir.
Partiyên deselatdar ji ber nakokiyên xwe yên hundirîn û berjewendiyên xwe yên kesayetî, serok caş, sîxur û dijminên gel ku hîna jî xwîna kurdan bi destan ve ye, li xwe komkirin û kirin, rêberiya gel û welat di destan kirin.
Berjewendiyên kesayetî beriztir bûn ji yên neteweyî.
Li şûna prosesa rewşenbîriyê pêş de bibin, bi rewşenbîran belîn, wijdanê rewşenbîran bi pere û malê dinê kirîn û firotin.
Dizîker zêde bûn gotin zengînî li kurdistanê heye, xwinmij û bazirganên şer li ser xwîna şehîdan burc û telar danîn gotin Kurdistan avedan bûye, gendelî hat normalîze kirin gotin eve berê xebat û mandûbûyînê ye, bila bixwin!!.
Li başûr hêz bû yasa, 17 sal borîn hîna jî yasa yê cîyê xwe negirtiye, li şûna dadgehê axayek dikare navbirîkariyê bike û bi hêceta çaksaziya civakî bikujan ji hukmê edaletê dûrbixin.
Li ser xatira xatiran her kar tê maşandin û her kar jî tê xerabkirin.
Walî li gora dilê xwe dikare perçe zeviyan parve bike, li gorî nasbûn û wasteyîyê harîkarî bi xelkê re tê kirin
Ji 80% budceya hikûmeta herêmê bo meaşa ye û 20% bu avakirinê ye, dibêjin bê karî heye û bi vê yekê gel ji belingaziyê rizgar dibe..
Ketina astê xwendin û perwerdeyê bi rengekî metirsîdar, astê xwendinê berî 17 salan bilintir bû ji ya niha.
Pishtî 17 salan ji rizgariyê, kolan û cade yên bashûrê Kurdistanê rengê cade û kolanên erebistana Sûdî wergirtiye, berî 17 salan hev re jiyana hemwelatiyan, bi ol û bîrûbawerên xwe yên cida ve bashtir bû ji niha.
Mela li ser menberan dawaza fetwayan li beshekî civatê derdixe (nimûne mele Ferzende li Akirê), û ser mehê meashê xwe ji wezareta Ewqaf û karûbarên dînî werdigre, kas nabêje çima?!!.
Siyaset zaniste û ji bilî bashûrê Kurdistanê, li gişt cîhanê ev zanist bi şêweyek berfireh tê xwendin û her neteweyek yan her welatek li gorî pêwîstiya xwe giringiyê pê dide, pêwîste karê siyasî û siyasetvaniyê di çarçove ya şengest û pransîpên zanistê siyasetê de werin nirxandin, dema em bêjin filan kes yan bêvan kes siyasetmedare gereke bêjîn ka wî çend siyaset wek zanist xwendiye, di çi biwarî de şareza ye, bi bînin her hemwelatiyek Kurdistanê di heman dem de xwe bi mamoste, dixtor, endaziyar, cotkar, siyasetmedar, hosta, bazirgan û htd. Hisab dike, taybetmendiya kar tine be wê halê me ev hal be û rewşa me wê xeraptir lê were.

Şîrove (0)