şehîd ê rewşenbîran

  Beşîr Mele

  hiner û qelem
ser datînin li ber şehadeta we
heger Ehmedê xanî saxba
wê bigota:
her çî ji xwere girtî kerazmet
sûnda xwe kirî rêça şehadet
       
           heta nefesa dawî li kare

          wek Mûsa li Amedê diyare
“şûrê hinera we tête danîn
qedrê qelema we tête zanîn”
          ilm û hiner û kesên qehreman
         ji bo jiyanê dikin berxwedan
pirozbe li we serok û partî
ji bo Kurdistan çêbûne xwedî
          partya şehîdan ala xwe rakir
         kurdên belengaz ji xew şiyar kir
pir gelek şane bi vê tifaqê
imkan gihane biçin felatê
            ji hev cudaye kî rewşenbîre
           xama pere xwir xasir û kwîre
heyfa qelmê bête firotin
qelem bi xwêna xwe tête sotin
             xwedyê qelman bikevin cengê
             wek  Mûsa Enter dighêne şengê
silav li webin şehîdê însan
şopa we tevde bûye gulistan
    24-9-1992  

           

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmûd Abbas

Neteweyên Biçûk û Cihê Wan di Pergala Nû ya Cîhanê de

Di pergala nû ya cîhanê de، giraniya netewe û welatan êdî tenê bi firehiya erdnîgariyê، hejmara gel an mezinahiya hêza leşkerî nayê pîvan. Ceribandinên çend dehsalên dawî nîşan didin ku welatên biçûk dikarin bi rêxistina baş، veberhênana li mirov، avakirina aboriyeke…

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…