GIRÎ YÊ BA

XEMGÎN Ê REMO

Şeve û ba digrî …

Dengvedana dîlana baranê
Li banî
Cîhanek sîtavî ye …
Dilê min
Çûkê di hêlînê de
Xewnê bi buhareke geş dibîne
Ku newroz nêzîke
Yar bîke
Û sirûdên şahî yê

Wê bibin xunavî …
Tenha ez û şev
Şeve … û ba digrî
Lorîna vî bayî
Bilûra siba ye
Sitranek ji zarê keçika ye
Mîna kêreke tûj
Kezeba min dalêse
Him tirse , him şahî ye
Bi karwanê şahî  yê re
Ez difirim
Û bi yê tirsê re
Her dibezim
Şevek ji şevan hilweşîya ye …

Şeve û ba digrî ….
Di vê şevê de
Ez berba dibim
Li ser pişta hespekî boz
Di binê tûrikê min de
Çend helbest û gurzeke gul
Lorka , ji binê konekî qereçî yan
Bi gîtarek kevnar
Û awazek birîndar
Bangî min dike :
Lawko …!!
Rê dûr û dirêje …
Wer dagere
Çend piyalên sor-meyê
Ji destê zerî yan
Bi ser devê xwe de birêje …

Û çavên Maryana
Du fincan hingiv tên bîra min
Bêhna yasmîneke şamî
Buharek serbixwe ye
Ez mestim , sergerdanim
Di vê şevê de perîşanim
Geh dikenim
Geh digrîm
Şevek ne wekî şeva ye
Ba digrî
Û baran dîlan dike ….

Xemgin-61@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmûd Abbas

Neteweyên Biçûk û Cihê Wan di Pergala Nû ya Cîhanê de

Di pergala nû ya cîhanê de، giraniya netewe û welatan êdî tenê bi firehiya erdnîgariyê، hejmara gel an mezinahiya hêza leşkerî nayê pîvan. Ceribandinên çend dehsalên dawî nîşan didin ku welatên biçûk dikarin bi rêxistina baş، veberhênana li mirov، avakirina aboriyeke…

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…