HOŞENG OSÊBerî 2 sal û 10 mehan, serokwezîrê berê yê Îsraîlê Aryal Şaron ji partiya “LÎKÛD” cuda bû û ji xwe re partiyeke nû ya bi navê QADÎMA ava kir. Ev partî, kete hibijartinan û bi ser ket. Lê piraniya parlementoyê bi dest nexist. Lewra bi partiyên din re koalîsyon ava kir û Şaron bû serokwezîr. Şaron nexweş ket û ta niha li nexweşxanê ye û cîgirê wî Ehod Olmert bû serokwezîr. Ev serê çend mehan e û Serokwezîrê Îsraîlê Olmert di nav lêpirsînan de bû. Tawanbariya tê kirin der barê gendeliyên Olmert de ne.
Ragihandina Îsraîlê bi şêweyek erênî li Lêvnî dinêre û wê wek “jina paqij” binav dike. Lê kêm ezmûneya wê jî tîne ziman. Jina ciwan û xweşik Lêvnî ku endama MOSAD’ê bû eger bibe serokwezîr dê bibe jina duyemîn ku serokwezîriya Îsraîlê dike, piştî Golda Maîr ku ji sala 1966’an ta 1974’an serokwezîriya vê dewleta Îbranî kiribû. Lê ji nişka ve, Şaol Mofa ji QADÎMA îstîfa kir û serketina Lêvnî lê kire “quzulqurt”. Çima?, ji ber ku hemû serokên giregir ên QADÎM’ê ku ji LÎKÛD’ê qut bûbûn di partiyê de neman. Şaron, nemiriye û ne jî dijî. Olmert istîfa kir û va Mofaz jî gihîşt wî… Dêmek, berpisyarên Tsîbî Lêvîn ser asta partiya QADÎMA’ê û ser asta avakirina hikûmetê, her ku diçe dijwartir dibe.
Ev rewşa ku Îsraîl tê de derbas dibe, mirov dikare mîna bahozeke siyasî binirxîne. Dibe ku ev bahoz sivik bibe û raweste û kêmtirîn ziyan bigihîne Îsraîlê û dibe ku dijwar bibe û gelek pel û dosya tevlihev bike. Lê ya girîngtir ew e ku dê Lêvnî çawa karibe xwe û Îsraîlê ji bahozê biparêze? Ji ber ku sê dosyayên dîrokî li pêşiya wê ne: 1- Projeya atomî ya Îranê. 2- Berdewamkirina hevdîtinên aştiyê bi fîlîstîniyan re. 3- Berdewamkirina hevdîtinên aştiyê yên nedîrekt bi Sûriyeyê re. Îca Lêvnî dê bikaribe van berpirsiyariyan hilgire yan na? Dê rojên pêş, bersiva van pirsan bide me û Îsraîlê.
——-
Jêder: Azadiya Welat

Şîrove (0)