February 28, 2008

Ronî ELÎ

Di talanên xwenên te de
Keftelefta bahoza evînekê
Disotînim
Di navbera wan lêvan de
Jiyana raperîna dilketinê
Dicivînim
Di hembêza her dilan de
Lîstika ramûsanan
Dipeqînim

Liser milên herdû çavan
Çirûskên paşrojê
Dineqşînim
Û delavên girgîniyê
Diçirkînim
Bi viyana mirinê ve
Herdû navan
Ezber dikim
Û dixwînim
Li ser sînga pêlên xwînê
Hevoka xwe
Dixemlînim
Li gel dest û zendên li hev
Bi dengê te
Dilîlînim
Di memikên tiştîrîn de
Rapora te
Dinivsînim
Belê yarê tu giyanî
Belê tu derd tu dermanî
Navêjim…

Azer Osî

Berî çend rojan, artêşa tirk dîsa bi hezaran leşker û bi firokan başûrê Kurdistanê dagirkir.
Hege merov bi zanistî û dorfireh li vê dagerkirinê û di vê zivistanê de binere pir tişt xweş li ber çavan û ji her kesî re û bi bi taybet kesên kurdewar û yên brejewendiyên niştimanî didine ber çavên…

Bêkes Reşîd

Bi rawestina hemû pirsgirêkan
Ji bilî hin kirinên awarte
Û…
Hin têkelên ko wê ji nû biafirin
Yan jî…
Egerin di paş divayekê de li wateyekê paldayî ne
Di arişiyên hin regezan de
Bi narînî ramandineke lezgîn didomîne
Hin gustîlkên nîgaşê li dûmana çixarê dixemilin
Serjmêrek ji tevaviyekê re amade dibe
Hemû qatên veşartinê di nav de
Îstatîstîkek ji qeşmeriyê re dibe
Wilo…

li dijî êrîşkariya artêşa tirk tevlê hemî çalakiyan bibe yên ku ala rengîn lê baweşe!
îro roja xîretê ye û roja mil bi mil pevra meşîna dijî sîtemkarî û dagîrkeriyê ye, roja hevpişkî û yekrêziyê ye!
xuşk û birano,
keç û xortno,
welatparêzno, neteweperwerno,
evîndarê welat û milet, dilşewatên kurdistana şîrîn,
militarist û nîjadperstên tirk…

Bi helkefta derketina raporta sala 2007ê ya li ser azadiya çapemeniyê ya rêxistina Peyamnêrên Bêsînor a naventeweyî bernameya “Dîwana Gel” a Tishk Tv hevpeyvînek bi peyamnêrê Kurdistanê yê Peyamnêrên Bêsînor (RSF) Sîrwan H. Berko re pêk anî. Rewşa azadiya çapemeniyê li Rojhilata Navîn bi giştî û ya li her çar beşên Kurdistanê bi taybetî mijara…

Konê Reş

1
Hawar e!
Tirko doza çi li me dike?!
Her ku em li berxwe didin
Û serê xwe bilind dikin
Tirko hêç dide..
Her ku em cihê xwe xweş dikin
Tirko dicefile..
Her ku em darekê diçînin
Tirko diricife..
Her ku em avaniyekl ava dikin
Tirko dînomîno dibe..
Tirko doza çi li me dike ?!
Haware desthilanîn fereca xêrêye
Em jî, li…

Cankurd

Cara yekê ye, ku teviya tevgera neteweyî ya kurdistanî, li ber çavên cîhanê, yekdest û dar e, li hember tengemejiya Tûraniyên Turk. Eve jî hem yekbûna neteweya Kurd dide diyarkirin û hem jî gavek giring e, ber bi hêzdarkirina biryara kurdî, di qad û tratên nêvneteweyî de. Ji Rojavayê Kurdistanê de, ta bi Rojhilatê…

Azer Osî

wê digot:
ne niha,
lê ji mêj
di guhên min de,
hate xwendin
û di mejiyê min de hate meyandin
ku tê ciwan xweşê jîna min bibe
xwedanê êvar û xewna şevên min bibe
û hevirmêşê hevok saziyên min bibe.
Min jî….hemû demsalên evîna xwe
di kesayetiya te de didît
û ji vir ta bi wir

min evîna xweyî bêhempa û bêpayan
bi bejna te re…