June 2007

Ahîn Zozanî

Ey Sirûda Netewî

Fîxana bilbilan
awaza çivîkan,
rengê buharê
nimêja jiyanê
landika lorîkan..
û devoka şîrmijan
ey sirûda netewî

Çiyayê Kurdistanê
rengê te jîn dike..
Kevir û xak û zemîn
peyv bi peyv
te ava dikin..

Keç û xortên Kurdan,
pêşmergê serê çiyan
dayikê şehîdan,
û zarokên hîmdar
tev sirûda jînê dibêjin;
ey sirûda netewî

Ey vîna dildaran,
evîna te û gel
evîna Mem û Zîn e…
tevdana Beko-ewana
hêza dilê…

Berzo Mehmud

Weku em hemû dizanin Kurdistan zeviyeke coxrafî berfereye, ku piştî peymana Sayikispîko bi dû şerê cîhanî yê yekem de, hate parçekirin û kete bindestê sê miletên dîtir de: Ereb û Tirk û Faris, di nav çar sînorên dewletî de hate levakirin, ku parçek kete ber sînorê dewleta Tirkî de, û parçek kete ber…

Dr. Zorab Aloian

PENa Navneteweyî rêxistineke nivîskaran ya navneteweyî ye û di sala 1921ê de hatiye sazkirin. Di sala 1921ê de li Londonê nivîskara bi navê Catharine Amy Dawson Scott klûbeke nivîskaran ava kir. Ev klûb bû bingeha PENa Navneteweyî.

Di nav endamên pêşîn de kesên wisa navdar û xwedîqelemên bi hêz hebûn mîna Joseph…

Rizgar Kurdaxî

Bi hêviya ku wekheviyekê binzemînê de bibînin
Çavan dadimirînin
Dilan radiwestînin
Bi dilsarî xatir dixwazin
Êgir dilê mirovên xwe de gir dikin
Û bi hesreta tunebûna hezkirinê
Ji vê jiyana mafxwar bar dikin……

Ji daykbûnê de diqîrin
Bêmaf
Bêziman
Bêçav
Û bêkes dijên
Û hîn di ber candanê de jî nikarin rastiyakê bêjin
Xudêyo ev ne mirov in
Ne bi dê û bav…

Dr.Ebdilmecît Şêxo

Ez jî mîna hemû kurdperweran bi koçkirina şahê tembura kurdî, şahê sazên kurdî yên kevneşopî apê me, apê Adîk pir xemgîn û bê zar bûm.
Cara yekem min hunermendê kurdperwer û rûmetdar di sala 1993 an de di yekemîn mîhrecana roja helbesta kurdî de li “Kela Horî” nas kir.

Temenê wî di ser 80…

Gelî jin û mêrên aza yên li Elmanya, Ewrûpa û Kurdistanê, em jinên ne girêdayî bi tu partiyanre, ji hemu parçên Kurdistanê ne, em êşa kuştina jinan bo şerefê pirsgêrikeka çetin û karekî ne mirovane dibînin. Ev babet rehên wê yên dîrokî, civakî, kûltûrî û olî di civaka Kurdî de hene. Tevî pir guhertinên berfireh…

Wek jin u bi nasnameye xwe ya Kurd diqîrin. Namusa tu kesek nînin u nabin namusa tu kesek!
Bi beşdarîya gelek layanên Jin, sala 1994’ da, platforma Jinên Kurd hat damezrandin u Platforma Jinên Kurd civîna xweya a 13 li bajarê Elmanya Osnabrück-Melle li darxist
Civîna Platformê ji bo hemu Jinên Kurd vekirî bu; ji Kurdistan u…

Wêje û zimanê kurdî hate xemlandin bi weşandina govareke folklorî û rewşenbîrî dibin navê geyakî navdar li Kurdistanê, ku pir di warê civakî de bikartê, gava dibêjin: Helez buhirî, lê jibo zimanê kurdî, hê Helez nebuhiriye!!
Govara HELEZ, govareke serbixwe ye, hejmara yekemîn derket di sere havîna vê salê de 2007

ku dibe pêncîsaliya damezrandina partiya yekemîn…

Bihrî Bênij

Dilbera min …!
Goriya pevçûna çeteyan…!
Ti revandin..
Badeya mihacirîyê dane te..

Tiserxweş û bi paye kirin…
Ti ser cokên sînoran re derbas kirin…
Ser baskên derew û sextekariyê..

Ti hûrkirin, ti darihtin qalibekî din..
Ti dûr kirin ji min ..

Belê… min zanî bû tê bê..

Hîna çira jîna min pêketî …
Di heja pêtiya xwe, ya li ber vemirinê..

Di…

Konê Reş

Em zarokên Kurda ne
Ji bê pirsî winda ne
Kesî haj me tunî ne
Va em jî reben ma ne

Cejna zarokên cîhan
Ji mafê me ye dîlan
Em jî bi kêf û şadî
Bi raqisin bi lîlan

Lê mixabin sed carî
Jiyana me reştarî
Ya heval û hogiran
Buhar li wan dibarî

Zimanê dê qaçaxe
Bav bi nalîn û waxe
Wa Netewên Yekgirtî !
Ji vê rewşê me…