Wêje û zimanê kurdî hate xemlandin bi weşandina govareke folklorî û rewşenbîrî dibin navê geyakî navdar li Kurdistanê, ku pir di warê civakî de bikartê, gava dibêjin: Helez buhirî, lê jibo zimanê kurdî, hê Helez nebuhiriye!!Govara HELEZ, govareke serbixwe ye, hejmara yekemîn derket di sere havîna vê salê de 2007
Gelek nivîskar û zimanevanên kurdî navdar div ê hejmarê de nivîsandine: weke zimanvanê zanist Berzo Mehmûd, xwediyê ( rênivîsa peyva kurdî). Lêkolîner Xalis Misewer û lêkolînek rexneyî li ser xwenasînê di helbesta kurdî ya nûjen de.
Gotareke rexneyî ya Dr. Zara Brahîm li ser romana Helîm Yûsiv (Tirsa bê diran) bi nave: dinanê tirsê ya tirsa bê diran, ji bilî wan, hin çîrokên kin û kenok yê nivîskar Zinar Mistefa.
Gotareke nivîskar Eliyê Cizîrî ( baneke û du bane ), nivîskar Mehfûz Silêman û gotareke rexneyî û pêşneyarî ( bihêlin em bi newrozê şabin), gotareke bijîşkî ya Dr.W.Hacî ( taya Tîfî ), helbestên Emerê Xerzan bi danîna Xelîl Sasonî, helbesteke Dr. N .Zaza ( şerê azadî) li ser qapê dawiyê, û her weha hin çîrok, helbest û kelepur jî têde heye, hêjaye ku bêne xwendin û ku bidilê xwendevanên mey hêja bin.

Şîrove (0)