Dr.Ebdilmecît ŞêxoEz jî mîna hemû kurdperweran bi koçkirina şahê tembura kurdî, şahê sazên kurdî yên kevneşopî apê me, apê Adîk pir xemgîn û bê zar bûm.
Cara yekem min hunermendê kurdperwer û rûmetdar di sala 1993 an de di yekemîn mîhrecana roja helbesta kurdî de li “Kela Horî” nas kir.
Ez dixwazim dilşadiya xwe jî hûnim zimên, gava min keç û lawên gelê Kurd li ser rûpelên malperên kurdî li derdora terma apê nemir Adîk dîtin, eva dîsan tête vê wateyê ku gelê me û rêxistinên tevgera me ya dadmend tucarî hunermendên niştimanperwer jibîr nakin, bi ya min be jî, ewa rudaweke şaristanî ye û nîşana pêşketina tevgera me û gelê me ye .
Ez bi bûneya vê bûyera reş serxweşiya malbeta hunermendê gernas û gelê Kurd dikim, û dibêjim; bila dilên we hemûyan hêmin bin, apê me jî niha tev karwana pakrewanên Kurdistanê di buheştê de ye, ew niha li gel hevalên xwe, dengbêj û sazbendên nemir ahengan ji bo pêşerojeke geş ji gelê Kurd re li dardixin.
Careke din serên we hemûyan xweş bin !
Bila sed gurzegul li ser gorna nemir apê ADÎK bin.
Almaniya
8.06.2007

Şîrove (0)