BEHÎNAME

Dawename bo avakirina gava yekemîn ya navnetewî ya li dijî kuştinên şerefê yên jinan

Gelî jin û mêrên aza yên li Elmanya, Ewrûpa û Kurdistanê, em jinên ne girêdayî bi tu partiyanre, ji hemu parçên Kurdistanê ne, em êşa  kuştina jinan bo şerefê pirsgêrikeka çetin û karekî ne mirovane dibînin. Ev babet rehên wê yên dîrokî, civakî, kûltûrî û olî di civaka Kurdî de hene. Tevî pir guhertinên berfireh di tevayiya cihanê de û li hemî parçeyên Kurdistanê lê belê rewşa jinên Kurdan nehati ye guhertin û pêşketin.
Tenê ji derve hewldanên siyasî her hebûn bo astengkirina wan kiryaran bo nimûne dema kuştina Xatun Serücu sala 2005 an li Berlinê yan piştî buyera Duoa li Kurdistanê di 2007an de. Lê belê ev hîç têrê nake û ev babet ta niha di civaka Kurdî de qedexe ye.
Lew re dem hatiye ku em bêdengiya xwe rawestînin û gerek e em:

• Kuştinên bo şerefê wekî cinayet bidin nasînê
•  Kujeran ne wekî lehengan lê belê wekî tewanbaran bidin nasîne û bên cezakirinê
• Em jinan ne wekî namûsa mêran binasin, û wateya namûsê zelal bikin
• Bihev re rê û çareseriyên li dijî kuştina jinan bibînin
• Her kesek berpirsyar be, ku rê nede yan jî astengan çêke bo kiryarên wisa
• Mafê jinan û mafên mirovan ji jinan re bidin xuyakirinê
• Riyên başqeyî kuştina jinan bibînin, û amade bin bo wî tiştî û têkilyan bi malbatan re çêkin
• Amade bin ku bi kesne din re bo vê babetê gift û goyan bikin, ramanan û pêşniyaran bikin û bihêz beşdar bibin
• Bi tevger, partî, komel, kom û kesên bitenê yên dinre li Welêt û derveyî Welêt hevkariyê çêkin, û bihev re çareseriyan ji van astengan re bibînin.

Gelî jinên ji bo mafên jinan kar dikin, tevgerên jinan, tevgerên mafên mirovan, jinên mafnas, jinên rojnamevan, jinên karê civakî dikin, jinên  nivîskar, jinên bijîşk, jinên mamoste, jinên hunermend û hemû jinên bixwazin beşdar bibin, hûn hemî vexwendîne vê civînê:

Roja şemiyî 30.06.2007 katjimêr 11.00 li Langenhagenê rex Hannoverê.

Navnîşan:  Bürgersaal
               Brinkholt 10
               30851 Langenhagen

Kesên nikaribin beşdar bibin jin  û mêr, dikarin bi rêya vê Emailê jinenazad@yahoo.de raman û pêşniyarên xwe ji me re rêkin.
Emê nivîsên we di deman civîna xwe de  bidin berçvan.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…