Zimanê Kurdî

Sal 1980î bû, tîpên Kurdî ên latînî ji bo min ji hêla mamoste Abdulkerîm Abdulkerîm Xelef hatin nivîsandin, berî ewê hingê min bi tîpên aramî derbirrîna hestên xwe dikir….
Piştî ko ez ji ewê reşbelekê tîpên latînî hîn bûm, min hin pirtûkên destpêkî li ser zimên peyda kirin, ji wan jî pirtûka M. Berzencî, lê bi naskirina rêzdar Mecîdê Xezê (Pirtûkxaneya gerok) wisa me nav li wî dikir, êdî nema bidestxistina pirtûkan li ser min aloz bû…
Li mala Mecîdê Xezê min û mamoste Salih Heydo ji nêzîk ve hev nas kir, tev ko berê jî min ew dinasî, lê ne di rêka zimanê Kurdî û dana hin waneyên cografiya Kurdistanê ko min sude ji wî wergirt, me bêtir hev nas kir. Em bûn hevalên hev û çûn û hatina me pir çêbû, hem jî komek ji ciwanên hevalên min ji wan jî kak Mustefa Abdulla. Qasim Abdulah, Selahê Hecî Xelef û Mele Ebdilwehab EZIZ… h.d, digel çend helbestvanên mîna seydayê Tîrêj, Ibrahîm Reşo û Mehmûdê Mele Sebrî, hêj nav hene, ewê hingê erê em ne pir bûn, lê em kartêker bûn… Tevgereka pir hêja ji bo zimanê Kurdî me dikir.
Nuha piştî 40-45 salan rewş pir hatiye guhartin, şad im ko dibistan, peymangeh û zanîngehên Kurdî ez li Rojavayê Kurdistanê dibînim… Pir ji bo me balkêş bû ko em kovareka Kurdî bibînin, lê evro  em jiyaneka din dibînin. Ez bi dil û can piştgiriya wan dikim û li gelek zanîngehan hevalên min jî hene, em berdewam di têkiliyan de ne, bi hezkirin û dilsozî ji wan re piştgir im…
Di dawî de dixwazim bibêjim ev roja zimên bi saya Mîr Celadet Bedirxan ko hejmara yekem ji kovara Hawarê di 15ê gulana 1932an li paytexta Sûriyê derxistiye, rewanê wî ê pîroz di her tîpeka Kurdî de em bibîr tînin…
Roja Zimanê Kurdî li hemû Kurdan pîroz be…
15.05.2025

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Kîndarî û jehîra li dijî Kurdan di Sûriyeyê de roj bi roj zêdetir xuya dibe، û vê rastî nikare bêkêmasî paşguh bike. Di serdema salvegera rûxina rejîma Esed de، li Şamê xwenîşandanên hatine birêvebirin wisa nîşa dan ku sloganên li dijî Kurdan bi awayekî vekirî û bêşermane…

Konê Reş

Xweş e ku em bîranîna Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, sê gîsin jî bikim. Wek ku diyar e, roja (04.12.2025), 47 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe, xweş e ku em di vê rojê de, li hin şîret û pendên wî vegerin.. Min ev gotinên wî (Ma ne wilo…