Ji bo dîrokê

Ezîz Xemcivîn
Di destpêka salên heftêyan de, dibe ez di refa sê-çarê de bûm, ez û hevalekî hêja (Ehmedê Xelefê Hacî Elî) li dibistana seretayî di bêhnvedana di navbera du waneyan de em dûrî şagirtan diçûn, li gora têgihana zarokîtiya me ewê hingê û gotinên ko me ji bavên xwe dibihîstin, li ser rewşa Kurdan em jî dipeyivîn.
Ewê hingê kesekî bi aşkereyî ne diwêrî bû li ser Barzanî û Pêşmerge an li ser partiyan û konevaniyê bipeyive!
Jiyana me hemû bi pistepistê bû, kelecan, derd û kulên me bi pistepistê bûn, tenê hêsirên me, em hinekî diyar dikirin..
Ez di ewê zarokîtiyê de û heta nuha ko dikim li dergehê şêstsaliyê bidim, rojekê ji rojan ez hest ne bûme û ne hest dibim ko ez (Sûrî) me û ne hest dibim ko ji welatekî bi navê (Sûriyê) me!
Di serê min de welatekî dî heye û xwîneka dî di laşê min de digere, mafir ko Sûriyê bi hîç mafekî min weke wekheviya hevwelatî û weke mirov (bi ziman û nasnemeya netewî) napejirîne, ez dê çawa (Sûrî) bim!?
Ev 78 sal Sûriya çê bûye, ji ewê hingê û heta roja îro, zimanê Kurdî li me qedexe ye, heta evê kêlîkê miletek bi zimanê dayikê (nexwende) ye!
Heta evê kêlîkê li ser nasnameyên me (Erebî-Sûrî) tête nivîsandin, heta evê kêlîkê bi hezaran Kurd bê nasnameya (Erebî-Sûrî) jî hene!
Bi sedan gundên Kurdan ji wan hatine standin û li Ereban parve kirine!
Çawa ez ê (Sûrî) bim û hêj danpêdan bi min weke Kurdekî xwedan nasnameyeka netewî ya cuda ji nasmaneya erebî nîn e!?

Mijar dûr û dirêj e, lê bi serbilindî dibêjim:
Ez Kurd im û Kurdistanî me….

29.04.2025
Ezîz Xemcivîn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...