Tengezar Marînî
Hermeneutîk û post-hermeneutîk du têgehên bingehîn in di felsefe û zanistên mirovî de, ku bi têgehiştin û şîrovekirina heyber, wate û diyardeyên çandî ve girêdayî ne. Li vir taybetmendî û cûdahiyên di navbera van her du rêbazan de hene:
Hermeneutîk. Xislet û taybetmendî:
Pênase:
Hermeneutîk huner û zanista şîrovekirinê ye, nemaze ya heyber, ziman û berhemên çandî. Koka wê di felsefeya kevnar de ye û di sedsalên 19-20-an de bêtir pêşketiye.
Kokên dîrokî: Hermeneutîk di zanistiya ravekirinê û şîrovekirina qanûnî de rehên dîrokî hene. Nûnerên giring Friedrich Schleiermacher, Wilhelm Dilthey û Hans-Georg Gadamer in.
Armanc: Armanca hermeneutîk eşkerekirina wateya berhem û diyardeyên çandî ye. Ev bi pêvajoyeke diyalogê ya di navbera xwendevan û nivîsê de pêk tê.
Rêbazên Hermeneutîk
Dariştina dîrokî:
Pênase: Di çarçoveya dîrokî de şert û mercên demkî û civakî yên ku nivîsek tê de hatiye afirandin, vedibêje. Di nav van de faktorên siyasî, aborî, civakî û çandî hene.
Bikaranîn: Ji bo şîrovekirina berhemekî û vêrêjiya wî, giring e mirov şert û mercên, ku bandor li afirandina wê kiriye têbigehe. Weke mînak, têgehîştina rewşa siyasî ya dema, ku berhemekî wêjeyî tê de hatiye nivîsandin, dikare ji bo têgehiştina mebesta nivîskêr û peyama nivîsê pir giring be.
Dariştina çandî:
Pênase: Çarçoveya çandî nirx, norm, kevneşopî û baweriyên civakek an komek taybetî ya ku metn çêkiriye dihewîne.
Bikaranîn: Dibe ku metnek xwedî wateyên kûrtir be ku tenê di çarçoweya pratîk û baweriyên çandî yên taybetî yên ku tê de hatine afirandin de dikare were fam kirin. Nimûneyek dê analîzkirina xebatek wêjeya cîhanî be ku sembolên çandî an efsaneyên taybetî yên ku di wê demê de ji bo civakê girîng bûn bikar tîne.
Rewşa civakî:
Pênase: Çarçoveya civakî strukturên civakî, çîn û têkiliyên ku bandorê li çalakbûna di navbera nivîskêr, Heyber ûxwêneran de dikin vedibêje.
Bikaranîn: Şert û mercên civakî yên ku nivîskarek tê de dijî dikare pir bandorê li perspektîfa wî û mijarên ku ew dike. Têgihîştina hiyerarşiya civakî û tevgera civakî ya di dema nivîsandina metnê de dikare di derbarê karakter û nakokiyên wan de têgihiştinên nû pêşkêş bike.
Mebest û armanca nivîskêr:
Pênase: Derbirîna mebesta nivîskar û armancên ku nivîskar, ku bi xebata xwe dişopîne û pîvanên ew dixwaze. Ev xala bingehîn
Bikaranîn: Berçavkirina niyeta nivîskêrî dihêle ku xwendevan niyeta li pişt hin vebijarkên vegotinê, pêşkeftinên karakter û mijaran baştir têbigehe. Lêbelê, divê were zanîn ku mebesta nivîskar her gav ne zelal e û ji şîroveyên cûda re vekirî ye.
Nêrîna xwendevanan:
Pênase: Perspektîv û nêrîna xwêner bi serpêhatiyên takekesî, zanîn û paşxaneyên çandî yên ku her xwênerek ji bo şirovekirina nivîsekê tîne, vedibêje.
Bikaranîn: : Her xwêner nerîn, hest û serpêhatiyên xwe bi pêvajoya şîrovekirinê re tîne. Ev sûbjektîv dikare bibe sedema şîroveyên cûrbecûr yên heman nivîsê. Rêbazên hermeneutîk bertekiya/refleks li ser van perspektîvan û nihêrînan, ka ew çawa bandorê li şîrovekirinê dikin xweş dike.
Bandora hermeneutîk
Subjektîvbûna têgehiştinê:
Bandora Takekesatiyê: Hermeneutîk destnîşan dike, ku têgihîştina heyberekî ne tenê vekolîneke objektîf e, lê di heman demê de bi xurtî ji subjektîvîteya wergêrê bandor dibe. Her xwendevan xwedî serpêhatî û paşxaneyên çandî yên bêhempa ye, ku bandorê li xwendina wan dike.
Refleksiyon/: Takekesayetî helwestek bertekane a xwêner e û pedivî ye, ku divê hay ji nerîn û perspektîvên xwe hebe da ku bigehîje şîroveyeke kûr û cihêreng.
Rola xwendevan di pêvajoya şîrovekirinê de:
Wergirê Çalak: Xwendevan ne wekî wergirê wateyî yê bêkêr e, lê wekî beşdarekî aktîf di pêvajoya şîrovekirinê de tê dîtin. Xwendevan bi heyberî re û nivîskêr re nêrîn û şiroveyên xwe tîne nav qada danûstendinê.
Pêvajoya Diyalogîk: Hermeneutîk têkiliya xwendevan û metnê wekî dîalogî dihesibîne, bi vî awayî metn pirsan ji xwendevan dike û xwendevan jî bi bersivên xwe bersiva van pirsan dide. Ev pêvajo dibe sedema danûstendinek dînamîkî ku dikare bibe sedema têgihiştinên nû.
Danasîna têgihîştina berê:
Pêş-têgehiştin: Her xwendevanek xwedî têgihiştinek pêşîn e, ku bandorê li şîrovekirina wan a heyberî dike. Ev pêş-têgihiştin dikare ji ezmûnên xwendina berê, zanîna çandî an ezmûnên kesane vegere.
Berfirehkirina asoyên xwe: Rêbaza hermeneutîk rêxweşker e, ku têgihîştina xwêner ya pêşîn beşdar bike û berfireh bike da ku nivîs di ronahiyek nû de were bînîn. Ev dikare bibe sedema têgehiştina kûr û dewlemendkirina perspektîvan, ya xwêner û dewlemendiyek bo heyber û berhem bi giştî.
Post-hermeneutîk. Xislet û taybetmendî:
Pênase: Post-hermeneutîk pêşveçûneke din a hermeneutîka klasîk e ku bi awayekî rexneyî dirame û rêbazên wê dikole. Pirî caran bi nêzîkatiyên postmodern ve girêdayî ye.
Rexneya hermeneutîk:
Texmîna wateya cihgirtî, objektîf:
Paşsedem: Hermeneutîka klasîk a ku ji aliyê ramanwerên wekî Hans-Georg Gadamer ve hatiye dariştin, wisa dibîne ku mirov dikare “wateya rast” a heyber derxîne holê. Ev wate ji xwendevanan bicihbûyî û serbixwe tê dîtin.
Rexneya Post-Hermeneutîk: Post-Hermeneutîk dibêje ku wate ne cihgitî ye. Di şûna wê de, ew dînamîk e û li gorî çarçove, dem û xwendevanan tê guhertin. Nimûne dibe ku heyberekî wêjeyî, toreyî be wek “1984” a George Orwell, ku dikare di çarçoveyên cuda yên siyasî û civakî de bi awayekî cuda were şîrovekirin. Dema ku di çarçoveyek totalîter de wê wekî hişyariyekê were dîtin, di çarçoveyek lîberal de dikare wekî rexneya çavdêrî û windakirina nepenîtiyê were xwendin.
Rêjebûna wateyan:
Rave: Post-hermeneutîk tekez dike ku wateya heyberî bi gelek faktoran ve girêdayî ye, di nav wan de çarçoweya çandî, dîrokî û civakî. Ev tê wê wateyê, ku her berhemek ne xwediyê wateya gerdûnî ye, lê şirovekirina wê dikare cûda bibe.
Nimûne: Berhemekî mîna Dadgehkirina Franz Kafka dikare ji hêla xwendevanên cihêreng ve li gorî ku ew di çarçoweya burokrasiyê, felsefeya hebûnê, an nasnameya Cihûtiyê de bixwînin, cûda were şîrove kirin. Her yek ji van perspektîvan wateyek û xwendineke cuda derdixe holê.
Hevheyber/Intertextulity:
Têkiliya di navbera Heyberan/nivîsan de:
Pênase: Hevheyber tê wateya ku heyber ne veqetandî ne, belkî di toreyekê têkiliyên bi heyberên din re hene. Wate bi van girêdanan çêdibin. Bi wateyeke din, hebûna heyberekî din, di hundur heyberê tê xwendin û şirovekirin û nivîsandin de ye.
Wate: Nêzîkatiyên post-hermeneutîk lêkolîn dikin ka wateyaberhemekî çawa ji hêla referans/lêveger, guhestin û nîşanên heyber ên din ve tê bandor kirin. Ev nîşan dide ku tu heyber serbixwe tune ye, belkî beşekî ji axaftineke mezintir e.
Nimûne: “Ulysses” a James Joyce ji aliyê hevheyberî ve bi “Odyssey”a Homeros ve girêdayî ye. Awayê ku Joyce karakter û mijarên ji nû ve şîrove dike wateyeke qatjimarî diafirîne ku tenê di çarçoweya her du berheman de dikare bi tevahî were nirxandin.
Rewşên çandî û dîrokî:
Rave: Post-hermeneutîk li ber çavan digire ku heyber di çarçoveyeke taybetî ya çandî û dîrokî de têne encamdan û wergirtin. Ev çerçove bandorê li çawaniya têgehiştina heyberan dikin.
Nimûne: Fîlmekî mîna “Lîsteya Schindler” dikare bi çavê Holokostê were temaşe kirin, lê di heman demê de bi çavê diyalogên nûjen ên li ser nijadperestî û mirovahiyê jî dikare were temaşe kirin. gotûbêjên hevdem ên li ser etîk û rewiştê bandor dike ka temaşevan çawa fîlimî şîrove dikin.
Subjektîv û piralî
Pirrjimariya perspektîvan:
Rave: Post-hermeneutîk nas dike ku xwendevan xwedî perspektîv û serpêhatiyên cihê ne ku şiroveya wan a heyberî çêdike. Ev cihêrengî dibe sedema gelek xwendinên cihê gotûbêjê.
Nimûne: Di rexneya wêjeyî ya femînîst de, berhemeke wekî “Jixwerazî û Pêşdaddayîn” ya Jane Austen cuda tê şîrovekirin. Gava ku hin xwendevan nivîsê wekî komediyeke romantîk dibînin, hinên din wê wekî lêkolîneke rexneyî ya rolên zayendî û hêviyên civakî di sedsala 19-an de dibînin.
Nimûneya romannivîsê kurd, Helîm Yûsiv” Gava masî tî dibin” hinek dikarin reva kareterê wî bo ser çiyan mîna berev xebateke nîştîmanperwerî ve dibînin û hinek li dûvçûna pey evîna xwe dibînin.
Her weha di rona a Jandost de, “Korîdor”, hinek jina ku bi Kamîranê 13 salî re seks dike, weke karekî perwedeyî xerab dibînin û hindek ji bo jina mêrê wê şehîd ketî, mîna pêdiviyeke laş dibînin.
Nebûniya şiroveyeke teqez:
Ravekirin: Post-hermeneutîk dibêje ku ne mimkûn e mirov şiroveyeke dawî an jî teqez a heyberî bibîne. Wate herikbar in û li gorî çarçowe û xwendevan dikare were guherîn.
Nimûne: Helbestek Emily Dickinson dikare ji hêla xwendevanekî/ê ve wekî derbirîneke tenêtî û windabûnê were şîrove kirin, lê xwendevanekî/e din dikare wê wekî cejna azadî û kesayetiya hundurîn bibîne. Ev xwendinên cuda hem derbasdar in û hem jî tevliheviya nivîsê nîşan didin.
Di romana nivîskara kurd Suzan Samcî de, ”Payîz û Ziyab” hemen hemen, hemî lehengê romanê dikarên bi şêweyê, berxwedêr, lê di heman demê de anarşîst, Zalim, û mezlûm werin dîtin.
Bandora teoriya Hilweşandin:
Karîgerî: Neavakirin an jî hilweşandin, bi taybetî ya ku ji hêla Jacques Derrida ve hatî pêşvebirin, aramiya nîşan û wateyan dipirse. Ew nîşanê dide ku berhem bi giştî nakokî û nezelaliyên ravekirina petî nemisoger dikin û vedihewîne.
Nimûne: Di dekonstrukasyonê/Hilweşandinê de, heyber ne tenê ji bo gotinên xwe yên sereke, lê her weha ji bo tiştên bi awayekî nepenî jê derdixe an jî diavêje paş xwe ve û lêkolîn têne kirin. Ev dikare dema ku heyberekî siyasî analîz dibe, bi vekolîna kîjan deng û perspektîvan nayên bihîstin.
Teoriyên rexneyî:
Karîgerî: Post-hermeneutîk jî di bin bandora teoriyên femînîst, postkolonyal û yên din ên rexneyî de ye ku têkiliyên hêz û pêkhateyên civakî yên li pişt metnan analîz dikin. Van teorî pêşnûmeyên hermeneutîka kevneşopî dişoxilînin û perspektîfên nû tînin analîzê.
Mînak: Teoriya postkolonyal dikare nivîseke mîna Dilê Tarîtiyê ya Joseph Conrad bi lêkolîna strukturên kolonyal û cûdahiyên di navbera hermeneutîk û post-hermeneutîk de analîz bike.
Nêzîkatiya li wateyê: Hermeneutîk di berhemî de li wateyek cihgirtî digere û pêvajoyeke diyalogê ya di navbera xwendevan û heyber de dide rawestandin, post-hermeneutîk wateyeke ne aram û piralî dibîne.
Rola Wergir: Di hermeneutîkê de, wergir wekî kesê ku wateya heyberî têderkar tê dîtin. Di post-hermeneutîkê de, wergir wekî hev-afirînerê wateyî yê çalak tê dîtin, ku perspektîv û dariştinên wî yên pêdivî giring in.
Rexnekirina objektîviyê: Hermeneutîk bi gelemperî xwediyê nêrînek xweşbîn a têgihîştinê û îmkana têgihîştina wateya metnê ye. Ji aliyê din ve, Post-hermeneutîk di derbarê delîveya dîtina wateya objektîv de bi guman e.
Karîgeriya dariştinê: Hermeneutîk dariştinê giring dibîne, post-hermeneutîk hîn zêdetir giraniyê dide ser tevlihevî û xwezaya pir-qatî ya dariştinan(Context) û bandora wan a li ser wateyê.
Bi kurtî:
Hermeneutîk û post-hermeneutîk li ser şîrovekirina metnê û wateyên wan nêrînên cuda pêşkêş dikin. Digel ku hermeneutîk armanc dike ku di nav wate û mebestên metnekê de têgihiştinên kûrtir bi dest bixe, piştî hermeneutîk gumanên li ser aramî û objektîvbûna wateyan dipirse. Ew rola wergêr û cûrbecûr perspektîfên muhtemel radixe ber çavan. Her du nêzîkatî ji bo têgihiştina dînamîkên tevlihev ên ragihandinê û şîrovekirinê yên di zanistên mirovî de girîng in.
Rêbazên hermeneutîk û encamên wan tevliheviya têgihiştinê û rola çalak a xwîner di pêvajoya şîrovekirinê de nîşan dide. Bi berçavgirtina çarçoweya dîrokî, çandî û civakî û her weha niyeta nivîskar û nêrîna xwîner, îmkana têgihîştina cihêreng a metnan didin. Ji ber vê yekê, hermeneutîk nêzîkatiyek refleksîf û diyalogê ku hem sûbjektîvîteya xwîner û hem jî nezelaliya wateyan nas dike, pêş dixe.
Li dawiyê, eger pênaseya Hermeneutîka li nik Hans-Georg-Gadamer ev e:
- Hunera guhdarîkirinê (Hunera wergirtinê)
- Hunera têgeiştin,
- Hunera şirovekirinê
Penaseya min ji Post an jî Meta- Hermeneutîkê re ev e:
- Hunera wergirinê
- Hunera têgehiştinê,
- Hunera sawêrbûnê
- Huner ravekirinê û şiroveyên pirrqatî
- Hunera serederiyê.
Literaturquellen/ Jêder/مراجع أدبية:
Hermenutik:
Friedrich Schleiermacher: “Hermeneutik und Kritik” (1838) – Ein zentraler Text für die Entwicklung der Hermeneutik.
Wilhelm Dilthey: “Einführung in die Geisteswissenschaften” (1883) – Hier diskutiert Dilthey den hermeneutischen Ansatz in den Geisteswissenschaften.
Hans-Georg Gadamer: “Wahrheit und Methode” (1960) – Ein grundlegendes Werk zur philosophischen Hermeneutik und dem dialogischen Verständnis von Texten.
Paul Ricoeur: “Interpretation Theory: Discourse and the Surplus of Meaning” (1976) – Ricoeur erweitert die Hermeneutik um Konzepte des symbolischen Verstehens.
Post-Hermeneutik
Jacques Derrida: “Grammatologie” (1967) – Derrida kritisiert die traditionelle Hermeneutik und entwickelt Konzepte, die den Text als offen und mehrdeutig betrachten.
Mikhail Bakhtin: “Das Wort im Roman” (1975) – Bakhtin’s Discussion von Dialogizität und Polyphonie kann als posthermeneutischer Ansatz verstanden werden.
Henri de Lubac: “Medieval Exegesis” (1959) – Bespricht die Entwicklung der Exegese und erkennt den Einfluss der Hermeneutik auf die biblische Interpretation.
Sekundärliteratur
“Hermeneutik für Einsteiger” von Jürgen Habermas – Eine Einführung in die grundlegenden Konzepte der Hermeneutik.
“Postmoderne Hermeneutik” von Michael R. Burch – Eine kritische Auseinandersetzung mit den Veränderungen der Hermeneutik im postmodernen Verständnis.
Methodologische Quellen
“The Craft of Research” von Wayne C. Booth et al. – Nützlich für das Verständnis der Forschung und Interpretation von Texten.