Hejmara (23) a Kovara Şermola Derket

Hejmara (23) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.

Dosyaya vê hejmarê  “Pirtûkxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê” ye , di hejmarê de hejmarek nivîskar û rewşenbîran nêrînên xwe li ser rola pirtûkxaneyan di jiyana wêjeyî û çandî de û girîngiya avakirina Pirtûkxaneya Niştimanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, anîn ziman. Her wiha Desteya Sernivîskariyê ya kovarê raporek li ser rewşa  pirtûkxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade kiriye.

Her wiha di hejmarê de çend mijarên wêjeyî û çandî ku ji aliyê bi nivîskarên Rojavayê Kurdistanê ve hatine nivîsîn hene.

Hejmara (23) a kovara Şermola 184 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.

Di beşa kurdî de ev berhem hene:

pêşekî

– Pirtûkxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê “Pirtûkxaneya Niştîmanî Pêwîstiyeke Tekez e”..(Desteya Sernivîskariyê)

Dosyaya Hejmarê

– Rapirsiya “Şermola” derbarê rola pirtûkxaneyan û avakirina Pirtûkxaneya Niştimanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê.. (Desteya Sernivîskariyê)

–  Pirtûkxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Desteya Sernivîskarîyê)

Hevpeyvîna Hejmarê

– Li gel Nivîskar Ebbas Mûsa ye (Hevpeyvîner: Aram Hesen)

Lêkolîn

– Ji helbestên Melayê Cizîrî: DÎSA JI NÛ BÊHAL E DIL .. (Diyar Bohtî)

-Kurd û Perwerde .. (Berzo Mehmûd)

Pirtûkên Derketî

– Pirtûkên Derketî.. (Desteya Sernivîskarîyê)

Serbest

-Kanî Kekê Min?!.. (Salihê Heydo)

Helbest

– Ez li vir im.. (Mihemed Cumaa)

– Hew.. (Aras Qasim)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…