Gotina Merwan Mistefa Di Mihrecana helbesta kurdî 2024 an de

Mêvanên birêz,dost û hevalên xoşewîst: Kat û demên we ronî bin

Em wek yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriya tevlî yekîtiya nivîskarên Kurdistana Sûriya -Nûnertiya Europa- Em bi dilekî coş û singek fireh we tevan hembêz dikin , hatina we cihê serfiraziya me ye.

 Hûn tev qevdek yan jî  gurzek gul in ji rengê xwîna kesk û rojê ,vê mihrecanê dixemlînin.

Amedebûyên hêja:

Ji xwe em dizanin ku îro mihrecana helbesta Kurdiye di salvegera 40 de ya koçkirina helbestvanê mezin nemir Cegerxwîn e ku ewî bi xwe bi rola xwey herî mezin rabû di warê netewniştimaniyê de ku bav û bapîrên me helbestên wî ezeber kiribûn,  li ser bênderan li ber paleyiyê li şahî û dewetan li newrozan bi rengê stranê digotin, eva yek ji faktorên ku hişt civat û zimanê kurdî bê parastin.

Hevalên hêja:

Xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê erk e li ser milên me tevan ,em dikarin bi gelek zimanan binvîsin lê tenê bi zimanê dê mirov dikare afrandinê bike ,Ji xwe milet bi zimanên xwe tên naskirin ku ew dibe kilîta parastina kiltûr û wêje û civatê.

Wisa em dikarin bêjin ku wêjeya kurdî bi hemî cûreyên xwe ve bi roleke mezin di vî warî de rabûye,yek ji van cûreyan jî helbesta kurdî ye, ku kurdan bi rengekî hesan ew bi devikê nifşekî dispart nifşê dî, êş û azar û şahiyên xwe, ta gilî û gazinên xwe jî li ber çira helbestê dihûnandin.

Wisa jî helbestvanên hêja  bejin bilind berz û bala ji nêv me kurdan rabûne ji şêxê eşiqan melayê Cizerî  bigre ta hosta û maystroyê dilberê Feqê Teyran,ta endezyarê tifaqa Kurdî , Bapîr ê Mem û Zîn ê Ehmedê Xanê û heta derhênanê Pîra Torê nemir Cegerxwîn..Wisa jî hozanvanê peyva şêrîn Şêrgo Bêkes ku helbesta nûjen bi me da nasîn ku ritme mûzîke wêneye awaze …

Ji xwe naxwazim navê  helbestvanên xort û qîzên nûhatî bibêjim ew bixwe ayende û pêşeroja helbesta Kûrdî ne.

Em jî miletekin mîna hemî miletê cîhanê, wejeya me jî bandora hevsiyên derdoan wê lê hebe, vêce   hewcenakê bêjim ka çi cîwazî dinêvbera  helbesta kilasîk û ya nûjen de hene , ji be rem tev li ser vê babetê agehdarin,bêguman her rengek qeşenegbûnek wê taybet heye  .

 Dawî dikarim bêjim ku pir helbestvanên me lêbûrîna

xwe xwestim ji bo nehatina mihrecanê ji ber pir sedeman wek dûrbûn, nexweşî,nevalabûn û…Silav ji bo helbesvanên me yên hêja yên hatî û yên nehatî jî.

Hêjaye gotinê ku  ev merhecan ne pîşbirk e û ni jî helbestan daneberhev dike, tenê bîranîneke ,tenê zindûgirtina jiyana nemir Cegerxwîn e,vejandina jiyana helbestêye ,şahiyeke, lihevhatineke,pirseke , bihinvedana şervanekê li welatekî windaye. Boçûnê koteyî, peyva dawî  her wê ya we be cemawerê delal.

Spas ji hatina we re ,spas ji amedebûnê re ,spas bo guhdarkirinê..Bijî helbest bijî helbestvan.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Kîndarî û jehîra li dijî Kurdan di Sûriyeyê de roj bi roj zêdetir xuya dibe، û vê rastî nikare bêkêmasî paşguh bike. Di serdema salvegera rûxina rejîma Esed de، li Şamê xwenîşandanên hatine birêvebirin wisa nîşa dan ku sloganên li dijî Kurdan bi awayekî vekirî û bêşermane…

Konê Reş

Xweş e ku em bîranîna Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, sê gîsin jî bikim. Wek ku diyar e, roja (04.12.2025), 47 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe, xweş e ku em di vê rojê de, li hin şîret û pendên wî vegerin.. Min ev gotinên wî (Ma ne wilo…