Encûmena Gel a Sûriyê û Pirsa Kurdî: Beşdarbûn an Boykotkirin?

Ebdilbaqȋ Elȋ

Sûriya ȋro qonaxeke veguhêz ya hestyar derbas dike; qonaxek ku piştî guhertinên siyasî yên mezin û kûr hatîye sazkirin û rastiyeke nû derxistiye holê ku pêdivî ye deriyȇ guftȗgo ȗ diyalogȇ li ser şêwazȇ dewletê û paşeroja saziyên wê were vekirin, ku di serȋ de Encȗmena Gel tê, ku yek ji girîngtirȋn amrazên zagonsazî û rȇxistiina jiyana siyasî ye.

Di encamȇ de eşkere bûye ku avakirina Sûriya pașerojê nikare wekȋ berȇ bi taybetȋ di dema rȇjȋma Esed de, li ser bingihȇ siyasetên dȗrxistinê an jî yekdestkirina nûneratiya siyasî were damezrandin, lê pȇdiviya nȗavakirina dewletȇ ȗ saziyȇn wȇ  li ser bingehȇn nȗ derdikeve holȇ, ku li ser hevpariya niștimanî ya rastîn were avakirin ȗ beşdariya hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê di jiyana giștȋ ȗ biryardanȇ misoger bike, ȗ prensîbên hemwelatiya wekhev, pirjmariya siyasî û nûneratiya dadperwer were bihȇzkirin, da ku aramiya niștimanî xurt bike û bingehekȇ pergaleke siyasî ava bike, ku bikare cihêrengiya di civaka Sûriyeyê de bi awayekȋ dadperwer ȗ rȇkȗpȇk rȇve bibe, piștȋ salȇn dirȇj ȇn qeyran ȗ dabeșbȗnan.

Di vê çarçoveyê de, beşdarbûna kurdan di jiyana siyasî û dezgehên dewletê de girîngiyeke taybet heye, ji ber ku gelê kurd pêkhateyek resen û rehkûr di tevna niștimanî ya Sûriyeyê de ye. Ew xwedî hebûnek dîrokî, çandî û siyasî ya bikok e.

Kurd piştî ereban neteweya duyemȋn a herî mezin a welatȋ ye, û di avakirina dewleta Sûriyeyê a nȗjen de beşdar bûne û di saziyên cuda yên dewletê de rol girtine. Herwiha, gelek ji kurdan postên bilind yên rêveberiyê girtine, wek serokatiya komarê, serokatiya hikûmetê, wezîfeyên wezaretan û cihên girîng di saziyên dewletê de.

Her çend kurd di dirêjahiya dehsalan de rastî bêdengkirina siyasî û binpȇkirina mafên neteweyî û çandî hatine, bi taybetî di serdema Partiya Baasê de, lê dîsa jî ew beşek resen a tevna neteweyî ya Sûriyeyê mane. ew her dem girêdayî hilbijartina dewleta niștimanî ya li ser bingeha hemwelatiyê, serweriya yasayê, dadperwerî û wekheviyê di nav hemû hemwelatiyan de bûne.

Ji lewra, hebûna kurdan di Encȗmena Gel de tenê nîşana hebûna siyasî ya komek civakî an neteweyî nîne, belkî rastiya pirrengî û pirneteweyîbûna civaka Sûriyeyê nîşan dide, û prensîba wekheviyê di nûneratî û beşdarbûna di rêvebirina karûbarên giştî û çêkirina biryarên niștimanî de vedbȇje.

Girîngiya beşdarbûna kurdan di jiyana parlamenterȋ de tenê bi gihîştina kursiyan di Encȗmena Gel de ne sînordar e, lê ji wê wȇdetir e û rastiya ku kurd beşeke resen a welatȇ Sûriyeyê ne û hevparên sazkirina destûra wê, zagonên wê û paşeroja wê ya siyasî ne, Herwiha ev beşdarî derfetê dide wan ku mijarên çarenûsî yên girêdayî mafên pêkhateyan û șȇwazê pergala siyasî di nav dezgehên fermî de bixînin rojevê, bi awayȇ ku derfetên çareserkirina wan bi rêya diyalog û têgihiştina niștimanî zêde dike, ȗ li gor vê, Ev beşdarî ne tenê bijartek siyasî ye, lê belê ew maf û erka siyasȋ ȗ niştimanî ye ku ji bo paşeroja Sûriyeyê, wek welatekî ku hemû welatiyên xwe li xwedigire, pêwîst e.

Di beramber de, boykotkirina hilbijartinan an ne beşdarȋ, bi taybetî di qonaxa veguhêzê de, dikare bibe sedema dȗrketina ji mijarên ҫarenȗs, her weha, nebûna di nav dezgehên fermî de rê li ber hêzên dȋ yên siyasî vedike ku serdestiya qada biryargirtinê bi dest bixin, ȗ biryarȇ li gor bercewendiyȇn xwe yekdest bikin.  Ȗ dibe ku di pașerojȇ de bandorê li ser cihê Kurdan di amedekariyȇn siyasî de ku bi șȇwazȇ dewletê û pergala wê ya siyasî ve girêdayî ne bike, û șiyana wan li ser bandora sazrkirina destûr û zagon û yasayan qels bike, bi awayȇ ku bandorên neyînî li ser Doza Kurdî bikin û derfetên çareserkirina wê di çarçoveyên saziyên nniștimanî de lawaz bikin.

Di vê çarçoveyê de, tevlîbûna Encûmena Niștimanî ya Kurdî li Sûriyê di hilbijartinȇn Encȗmena Gel de wekî derbirîna baweriyê tê dîtin, ku beşdarbûna siyasî di saziyên dewletê de berpirsiyariyek niștimanî ye ku ji tȇgihiștinên teng ên partîyan derbas dibe, ȗ hebûna di nav van saziyan de fersendȇ dide ku mirov bi awayekî rastîn beşdarî çareserkirina pirsgirêkên niștimanî yên cuda bibe, di nav wan de jî pirsa kurdî di çarçoveyên qanûnî û siyasî yên rewa de.

Helbet Parleman ne tenê saziyek e ji bo pejirandina zagonan, lê her weha qadekî neteweyî ye ji bo vegotina vȋna civakê bi hemû pêkhateyên wê re, û têgerek e ji bo beşdarbûna di pêkanîna siyaseta giştî û şêwazkirina paşeroja welêt, Ji lewra, hebûna dengekî Kurdî yê çalak di nav parlamentoyê de divê beşek be ji pêvajoyeke niştimanî ya berfireh ku nirxê hevpariya navbera hemû Sûriyeyan ji nû ve zindî dike û di avakirina dewleteke demokratîk û dadperwer de, ku li ser rêzgirtina cihêrengî û naskirina hevdu ava dibe, beşdar dibe.

Li gor vê baweriyȇ, divê beşdarbûna Kurdî di jiyana parlamenterî de tenê ji aliyê hejmara kursiyan an jî qebareya blokê parlementerî ve neyê nirxandin, lê wekî yek ji stûnên sereke yên xurtkirina têgihîştina hevpariya niștimanî were dîtin. Her wiha, beşdarbûna Kurd di Encȗmena Gel de divê ne wekî hevkêşeya piraniyê û hindikatiyê an jî mantiqa serdestî ya hejmarî di nav parlementoyê de were têgihîştin; Jiber ku mijarên girêdayî bi nasname û mafên neteweyî bi peymana niștimanî ya hevpar a di navbera Sûriyeyan de têkildar in. divê ew bi mantiqa hejmaran neyên birêvebirin, û ne jî bi hejmara deng û hevsengiya hêzên siyasî werin biryardan. Berevajî wê, divȇ li ser rêzikên lihevhatinê, nasîna hevdu û razîbûna hevpar di navbera hemû pêkhateyên neteweyî de be.  Ȗ her çiqas hejmara parlamenterên kurd di Encȗmena Gel a Sûriyê de zêde jî bibe, ew ê ji bo mijarên girêdayî bi nasnameyê an pirsgirêkên neteweyî ne bes û ne jî biryarbidar be.

Radestkirina van mijaran ji prensîba piraniya parlamenterî re dikare bibe sedema kûrbûna dubendiyan. Li hemberî wê, rêbaza lihevhatinê derfetê dide çareseriyên dadperwerane û domdar ên ku aramiya niştimanî xurt dikin û mafên hemû pêkhateyan diparêzin.

Ev nerîn bi wê rastiyê re hevseng e ku mafên neteweyî ne li dijî yekîtiya dewletê ne û ne jî li dijî mafên pêkhateyên din in. Belkî ew beşek ji dewlemendiya civaka Sûriyê û cihêrengiya wê ya çandî û şaristaniyê pêk tînin.

serkeftina beşdariya siyasî tenê bi hebûna nûnerên Kurd ve nayê pîvandin, lȇ divȇ ev nȗneratȋ siyasȋ, rastîn û bibandor be; pispor, xwedî ezmûn û jêhatî be ku bikaribe berjewendiyên hemwelatiyan û daxwazên wan di çarçoveyek niştimanî ya berpirsiyar de biparêzin, ȗ daxwaz û pirsgirêkên welatiyên Kurd bi awayekî rast û berpirsiyar ji dezgehên dewletê re biguhezîne, û bi wê yekê bibe alîkar ji bo xurtkirina baweriyê di navbera civak û desthilata yasadanînê de.

Her weha jȋ serkeftina qonaxa veguhêza Sûriyê heta asteke mezin girêdayî ye bi berfirehkirina bingeha beşdariya siyasî û bi garantîkirin û misogerkirina nûneratiya hemû pêkhateyan di pêvajoya biryargirtina niştimanî de.

Ev yek baweriya navbera dewlet û civakê xurt dike û rê li ber qonaxeke nû ya aramiya siyasî vedike, Ji lewra, beşdarbûna Kurdan di sazûmanên dewletê de, di serê wan de Encûmena Gel a Sûriyê, ne qezenceke taybet ji bo komekê ye; belkî pêdiviyeke niştimanî ye ku bi paşeroja Sûriyê, yekîtî û aramiya wê ve girêdayî ye.

Bi rastȋ, nûneratiya kurdî li Sûriyê bi hejmarê kursiyên Encȗmena Gel nayê pîvan kirin, û dibe ku jibo Doza kurdȋ ne çareseriyek be bi wateya wȇ ya berfereh, lê ew geveke guncaw ȗ pȇwȋst e jibo wȇ di van kawdanȇn heyî de.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…

Burhan Hesso

Du Baskên min in,

Tu î
û
Helbest …
Berê, ez xewna Tîrkekî bûn
Di malzaroka Kevan de
Kevloşkî,
Xûz,
Çimandî,
Kewş…
Xwe dispart, tîbûna Kerwankî lal !
Ba,
Mîna Silava Peyxamberan
Xav ,
Dibişivîn Hinarên, hinartî xwelya şikestinan
Xav , dibuhurî bixêrîkên pirsan
Têperên Regezan, Qalûnên Qitranê dikşandin ,
Sehên Barîk
Ji Mitêlên Ûcaxan desmêj digirtin
Kendavên hilmirastî, Kindir dadihijtin dûmahiya Henasên min
Li ser pîkoliya min
Qirix diçû Ava
Serek…

Rêber Hebûn

Di roja 11ê Tîrmeha 2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li Düsseldorfê êvarek awazê ya bi navê “Şevbêrkeka Hunerî” li dar xist.
Ev çalakî bi dengbêjî û awaza kurdî ya hunermend zanyar: Hisên Bilal hat xemilandin

Rêvebirina civînê ji aliyê nivîskar Rêbar Habûn ve , rêvebirê Destpêşxeriya Kombûna Zanyarên Azad,…

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…