Di 40 Saliya Koçkirina Cegerxwîn de Hêjî Welat Yara Wî Ye!

Konê Reş

  Îro 22/10/2024, 40 saliya vegera koçkirina Seydayê Cegerxwîn e.. Her sal wek îro  evîndarên wî, evîndarên ziman û rewşenbîriya kurdî; ji nêşivîskar û helbestvanan diçin serdana gora wî, gul, kulîlkan datînin û mûman vêdixînin.. Cegerxwînê ku welat yara wî bû.. Cegerxwînê ku 60 salî, bêrawestan di ber yara xwe de xebat kir.. Eger li malê dinyê geriyaba wê maldarekî mezin ba.. Wî her tişt da alîkî, bi tenê li yara xwe –Welat- geriya..! Li hespê ziman û helbestê siwar bû û stran li ser yara gotin.. Di encamp de xebata xwe bi van gotinan daye naskirin:

Min ji bo we gelek tişt

Min dîwan û hin nivişt

Gol ji avê bûye mişt

Ez nizanim çi bêjim

Heta dil ranewestî

Ez nabêjim bi sistî

Kêr gihaye ser hestî

Ez nizanim çi bêjim..

Hem jî gotiye:

Ev cîhana xapînok, heta me jê xwe nas kir

Çibkim fêde nemaye, emrê xwe min xelas kir

Çima rastî dibêjim, li nav dîna bûme dîn

Heta bimrim, ji nû ve xelk ê bêjin Cegerxwîn

  Erê, helbestvanê netewî Cegerxwîn bi berdewamî û bêrawestan, bi zimanê xwe yê netewî nivîsand.. Ji ziman û edebiyata gelê xwe re xizmet kir û xwe berda nav tev bûyerên welat û welatiyên xwe.

Her heşt-neh dîwanên wî, li ser zîlana ferheng, gramêr, dîrok û erdnîgariya welat dizîvirin.

Helbestên van her heşt- neh dîwanan wî, bi formên têvel û cihê cihê hatine hunandin, ku hêj helbestvanekî kurdî bi wiha pirrbûn helbest nenivîsandine.

Seyda bi xwe dibêje:

Naveroka helbestên wî li dor van zîlanan dizîvirin:

1- Li dor rizgariya welatê wî.

2- Li dor yekîtiya gelê kurd.

3- Li dor pesnê qehreman û têkoşerên gelê Kurd.

4- Dijî kiryarên çewt yên şêx, axa, beg û dewlimendên gelê Kurd.

5- Li dor aştî û demokrasiya cîhanê.

6- Li dor têkoşîna belengaz û hejaran.

7- Şiyarkirin, pend û şîretin ji nezan re

8- Wek têkoşerekî ji bo azadiya welatê xwe, ji bo wekheviya civata xwe, ji bo avakirina cihanek aştîxwaz û ji bo serxwebûna welatê xwe nivîsandiye.

9- Helbestên wî hawar, gazin û gaziya gelê Kurd in.

Û pesnê xwe derbarî wan kurdên ku ne bi kurdî dinivîsin daye û gotiye:

Cegerxwîn im ji van derda

Li meydanê xwe zû berda

Di nav bahoz û bager da

Bi bîr û bawer û doz im

Ne Şewqî û Zehawî me.

Belê roja îro navê Qamişlo û Cegerxwîn bi hev ve hatine hunandin û gora Cegerxwîn ji bajarê Qamişlo re bûye mezargeh û sembol ji Kurdistaniyan re.

Konê Reş/ Qamişlo, 22.10.2024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…