neheq

HEJMAR

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek mandîbûyan

Me her tișt heye;

Ji Havînê re derya

Ji Zivistanê re tifik

Ji tirênan re wêstgeh

Ji lêgeran re șûnwar û navgînên wênegir..

Me her tișt heye;

Lê, piraniya me ne xwedî gulle û dirav in

Lewra,

Baștir e em hinde ne geșbîn bin!..

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (1)

Şîroveya xwe binivîse

  1. Z a
    Zobeir abdalla

    Bihna Gola nayi dizīn.
    Gol hatne hev gol jelmisīn,
    Golěme ji pela rewisīn,
    Aerebin u Fors u Torkĕ dev bixowìn,
    Bihna golěme ji dizīn.
    Bihns Gola nayě dizìn
    ###
    Karĕ Gola bik ṣīv u paṣīv u şivīn
    Li şowīna Gola nekṣīni ṣiwīn.
    Jīki blind ji golar bibīn.
    Heyfa golĕ xowe rab hilīn.
    Bihna Gola nayě dizīn.
    Nalin u Jiyan u hilīn.
    Le hev bikin,bine jivīn…
    Goli ketī ji novri biçīn.
    Wan aavbidin ,li nejiměsīn.
    Bihna Gola nayi dizīn
    ..,…,….

    …..

Nivîsên din