sersaxî

Malbata gorbihişt Segvan Ebdulhekîm,
Kak Hesen Slevanî, serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê
Hêjano!
Bi dilekî xemgîn me xebera koçkirina dawî a nivîskarê kurd Segvan Ebdulhekîm(1948-2010) bihîst, Yezdanê mezin wî bi dilovaniya xwe şad bike, cihê wî bihişta rengîn be..
Bi rastî, bi oxirkirina wî re, stêreke geş ji esmanê rewşenbîriya Kurd li Duhoka Badînan û Zaxoka Botan…

Doh, êvara înê 04/03/2010, saet 9ê şevê, Yezdanê mezin, piştî nexweşiyek dirêj emanetê xwe ji nivîskar, rojnamevan û welatparêzê kurd Rezo Osê stand. Em jî bi dilekî şikestî û keser koçkirina wî ji Medya Kurd re radigihînin û we serwextî vê oxirkirina wî a xemgîn û diltezîn ku ne di çax û demê xwe de…

 

Behîname
Dost û birayên hêja
Malabata mamosta Rizo Osê
Em bi agahdariya koçbûna mamosta Rizo pirr êşiyan, belê êş û xemgîniyeke pirr giran di dilê me de cih girt, mamosta Rizo di nav xelk û miletê xwe de xwedî navekî pir bi nirx û rûmet bû, di biwara ziman û wêjeya kurdî de bejneke bilind bû.
Bi rastî, koçbûna…

Li spêdeya roja 25.2.2008ê li Gundê Çelkê devera Amêdyê li başorê Kurdistanê, dayka nivîskar û hebestvanê kurd Edîb Çelkî, di temenê nêzîkî 80 salyê da, çû ber dilovanya Xudê. Xudê mezin sebr û aramyê bidete mirovên rehmetî yê û cihê wê biheşta mezin bît.
Li Kurdistanê, li mizgefta mezin, li bajêrkê Dêrelokê civata behyê hatîye danan….

Birêzan! Raste wek ku Kurdan ji mêj ve gotiye; Nû hatin kevin xelatin, lê her mirin dimîne tal û oxirek bê veger.. Di roja 21ê sibatê de kalemêrê Kurd Xelîlê Hesko yê ku temenê wî dor 75 salan bû, jinişkave ji nav me barkir..
Li ser daxwaz û wesyeta wî, di roja 22ê sibatê de, bi…

Ji bo belavkirina nûçeya koçkirina dayika min, bi kurdî û bi erebî, ez spasiyek e taybet ji bo vê malpera delal “welatê me” û ji bo hemû kedkarên wê yên hêja, birêdikim.
Wilo jî, ez ji dilgermî û dilsoziya hemû dost û hevalên xwe, ji hemû wêjehezên Kurd memnûn im. Bi taybetî ew ên ku bi…

îro, sibeha pêncşemê 11ê sibatê 2009, li bajarê Amûdê,
diya nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv çû ber dilovaniya Xwedê.
Em, hejmarek ji heval û dostên wî, ji Amûdê, bi dilekî xemgîn serxweşiya
nivîskarê xwe yê ji welat dûr, dikin.
Bi dilekî xemgîn vê êşa koçkirina dawî ya dayikê pê re parvedikin.

———

nameyên sersaxiyê:
Serê we sax be. Ez jî – weke te…

Behînameya Sersaxiyê
Rêzdar: Hemîd Hac Derwîş.
Serpereşt, endam û hevalbendên Partiya Demoqrata Pêşverû yên rêzdar.
Malbata nemir Temir Mistefa.
Nûçeya koçbarkirina têkoşerê mezin Temir Mistefa, em xemgîn û dilzar kirin, ew xebatkarê hêja valahiyeke mezin li dû xwe hîşt, welatperwerkî bilind di van rojên dijwar de me wenda kir, Xwedayê mehrîban wî bi dilovanî û aramiya xwe şa bike û…

H. Ahmed Aliş

Em bi ser navê Malbata Aliş ji bo wefata bavê min/apê me spasî hemû dost û nas û hevalên xwe re dikin ku, xemgînîya me bi me re parve kirin.
Spas ji hemû kesayetî û rêxistin û dezgehên kurd û Kurdistanî yên li welat û derveyî welat re…
Spas ji Demokratên Şoresger, ji…

 
Li xerîbiyê , 7-ê Çiriya paşîn 2009 an , di nexweşxaneke Stokholmê – Swêd , di bin kartêkirina bûyereke bi êş , dilê têkoşerê kurd ê navdar ê ku bi navê kek Lezgîn dihate naskirin , Zeyn – Elabidîn Ozalp (Şêx Zeynî) rawestiya û ji vê dunyayê koç barkir.

Rojnameyên Swêdî û hinde malperên bi zimanê…