sersaxî

Nameyeka sersaxiyê

 

Li xerîbiyê , 7-ê Çiriya paşîn 2009 an , di nexweşxaneke Stokholmê – Swêd , di bin kartêkirina bûyereke bi êş , dilê têkoşerê kurd ê navdar ê ku bi navê kek Lezgîn dihate naskirin , Zeyn – Elabidîn Ozalp (Şêx Zeynî) rawestiya û ji vê dunyayê koç barkir.

Rojnameyên Swêdî û hinde malperên bi zimanê kurdî , bi êş û mixwabinî , nûçe dane belavkirin . Li nusêbîn , Cizîr , Diyarbekir û seranserî Kurdistanê , digel rewşenbîr û siyasetvanên kurd ên ku li Swêd û Awropa dijîn deng vedabû û ciyê berketîbûna xelkê bû.
Lezgîn ( Şêx Zeynî ) bi dil û can li dirêjahiya nêzî Çill salî ji temenê xwe , di têkoşîna li beramber nijadperestiyê û siyaseta înkarkirina hebûna gelê kurd de dixebitî û liber xwe dida . Û ji bona pirsa demokrasiyê , mafên mirovan , azadî û wekheviya gelan , çalakvanekî dilsoz , xwedî nêrîn û helwest bû . Di girtîgehan de û li hember dadgehên Turkiyê , bi serbilindî û bê dudilî , li zimanê xwe yê dê dibû xwedî , mirovekî mirovhez bû .
Bila serê dost û hevalên Şêx Zeynî sax be , xwedî , meriv û malbata rehmetî xweş bin .
Çûna kek Lezgîn – Şêx Zeynî – xisara me hemiyan bû .

Nivîsgeha rêzanî ya
Parta yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê

9.11.2009

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…