diya nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv çû ber dilovaniya Xwedê

îro, sibeha pêncşemê 11ê sibatê 2009, li bajarê Amûdê,
diya nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv çû ber dilovaniya Xwedê.
Em, hejmarek ji heval û dostên wî, ji Amûdê, bi dilekî xemgîn serxweşiya
nivîskarê xwe yê ji welat dûr, dikin.
Bi dilekî xemgîn vê êşa koçkirina dawî ya dayikê pê re parvedikin.

———

nameyên sersaxiyê:

Serê we sax be. Ez jî – weke te – ne li ber serê diya xwe bûm dema serê xwe danî, ji ber wilo ez dizanim tu niha di çi rewşê de yî û dema tu bi tenê dimînî, çiqas hêstir ji çavên te dibarin. Ez wê jî dizanim ku tu li wê koçberiyê jî ne bi tenê yî, lê dema mirov li welêt be, ew kul, kovan û guvaştina dil kêmtir dibin.  
Heznî Haco

———-
Berêz Kek Ebdilhelîm  ,
Min di vê kêlîkê de  xwend , ku dayika te çûye dilovaniyê. Bila serê te û serên  hemû endam û tekên malbeta te sax bin , Koçbarkirina daiyka  te , ne tenê li nik te , lê belê li nik me jî  cihê xemgîniyê ye.  Bila cihê wê bihuşt be .
Dr. Ebdilmecît Şêxo

 

Efrîn
———-
kek Helîm
min bihist ku birêz  dayika we çuye ser dilovaniya xwe.ez ser saxiyê ĵi wer û je malbat were dixwazin. rehma xwedê lê be, ciyê wê bihüşt :

Bedradin Mahmod

austria.salzburg

———–
Birayê hêja Helim

Bê guman mirin li benda her mirovekiye û xweshî û sipehiya wê ewe ko herkes wê bibîne digel ko tama wê tale lê em çibkin em jî li bendêne.
bere serê te û malbata te saxbin û xwedê xwe bi dilovanya xwe shad bike.

Abdulkader Bedredin
SWED
———

 

Ser saxî
Bira û nivîskarê hêja Helîm
Min nûçeya koçkirina diya te, bi dilekî xemgîn bihîst, Xwedê wê bi rehma xwe şa bike û cihê wê buhişta narîn bike
û ji giyanê wê tovên jiyanê kesk bike. Ev rêça me teva ye.
wekî din xwedê sebreke bê hempa li vî welatê sar bi de te
Xwedê mirov dide û dîsa wî yan wê dibe ba xwe
ev rêç veger jê nîne û jiyan wisa ye
birayê te
Azer Osê
———
Bira û hevalê hêja… dostê dilsoz.. Helîm YÛSİV
Bi dileke xemgîn, û mixabûyîneke giran, min nûçeya koçkirina diya te û çûna wê ser dilovaniya xwe, min bihîst.
Ev zagona rêvçûna jiyanê ye. Hinek dê bimrin, hinek dê bijîn. Û tu kes ji mirinê nikare xwe bidize.
Têdighêjim, êş û jana ku Tu têde dijî. Lê hêviya me bi kesayetiya te a xort heye, ku dê karibe vê kerbê û vê janê derbasbike.
Dilê min ligel te ye. Xwedê aramî û hedanê bide te. Xwedê diya te bi dilovaniya xwe şake, û cihê wê buhuşt be

Silav û rêz
Hoşeng OSÊ
İstanbol

———
Romannivîsê Kurd Helîm Yûsiv!
Malbata Helîm Yûsiv li sûriyê, tirkiyê û dervî welat!
Hêjano! Bi dilekî xemgîn me nûçeya koçkirina rehmetiyê bihîst, Yazdanê gewre wê bi dilovaniya xwe şad bike, cihê wê bihişta rengîn be.
Eve karê dinyê kak Helîm, ku mirin nebe emê hevdû bixwin û wek ku kurdan gotiye; Nû hatin kevin xelatin… Wê zimanhezekî hêja û  romanivîsekî çeleng wek Helîm Yûsiv li pey xwe hişt, Xwedê zarok û neviyên wê ji bela bistirîne..
Sed rehma Xwedê li canê wê bibare, bela serî we sax be.

 

Ez bi navê xwe û navê malbata xwe sersaxiyên xwe ji we re pêşkêş dikim.

Konê Reş

Qamişlo 11.02.2010
———

Kekê hêja Helîm Yûsiv

Mirin gelekî tal e, lê li ber deriyê her mirovî ye.
Bila serê we sax be.
Ji Xwedayê mezin hêvî dikim, cihê wê buhişt be.

Birayê te

 

Ezîz Xemcivîn

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…