Mirina Welatparêzê Kurd Xelîlê Hesko

Birêzan! Raste wek ku Kurdan ji mêj ve gotiye; Nû hatin kevin xelatin, lê her mirin dimîne tal û oxirek bê veger..  Di roja 21ê sibatê de kalemêrê Kurd Xelîlê Hesko yê ku temenê wî dor 75 salan bû, jinişkave ji nav me barkir..
Li ser daxwaz û wesyeta wî, di roja 22ê sibatê de, bi beşdarbûna cemawerekî mezin ew di goristana welatparêzên Kurdan de li gundê Dugirê hat veşartin.

 Hêja ye gotinê ku rehmetî jî yek bû ji refên pêşî di nav tevgera netewî kurdî de li sûriyê, her wiha bavê Helbestvana Kurd Mizgîn Hesko ye, wiha jî ap û xezûrê hunermendê kurd Hevraz Hesko ye.

Yezdanê mezin wî bi dilovaniya xwe şad bike, cihê wî bihişta rengîn be, Xwedê sebir û aramê bixe ber dilê xizm û karên wî, serê wan sax be, serê gelê kurd sax be.

Ji bo pewendiyan, mirov dikare bi kurê wî Kesra re bi vê tel: 00963955319174
An 0096352427190
An vê Mailê, a Hunermend Hevraz Hesko:
hevraz-h@hotmail.com

Konê Reş

Qamishlo, 23.02.2010

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Di haman dema ku șandeya kurdȋ ya hevbeș ya ku ji encamȇ konferansa yekrȇzȋ ȗ yekhelwestȋ ya kurdȋ ku 26 nȋsana derbasbiwȋ li darket hatiye pȇkanȋn xwe amade dike jibo ku ber bi șamȇ ve birȇbikeve ȗ li gel serkirde ȗ rȇberiya nȗ li șamȇ giftȗgo ȗ diyalogȇ bike. Di heman demȇ de rȗpelȇn…

Mehmûd Bedlî

Dema ku hêzên rejîma Esed ya Dîktator ji hin deveran vekişiyan û rê li ber hêzên Heyet Tehrîr el-Şam vekirin ku di nava çend rojan de Ebû Mihemed el-Culanî li koşka serokatiyê rûnişt û ragihand ku Sûrî ji zordariyê rizgar kir, her wisa gelek xelkên Sûrî jî hîs kirin…

Tengezar Marînî

Franz Kafka û Jin

Franz Kafka (1883–1924), yek ji nivîskarên wêjeyî yên herî karîger ê sedsala 20an, di warê têkiliyên xwe yên bi jinan re de gelek nakokî didît. Ev hevsengiya wî hem di jiyana wî ya şexsî de û hem jî di xebatên wî yên edebî de bandorê…

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…