Spasiyek e taybet

Ji bo belavkirina nûçeya koçkirina dayika min, bi kurdî û bi erebî, ez spasiyek e taybet ji bo vê malpera delal “welatê me” û ji bo hemû kedkarên wê yên hêja, birêdikim.
Wilo jî, ez ji dilgermî û dilsoziya hemû dost û hevalên xwe, ji hemû wêjehezên Kurd memnûn im. Bi taybetî ew ên ku bi peyvên xwe yên xweşik, bi nivîsandinê, bi telefonê, bi nameyên sersaxiyê, beşdarî vê xemgîniya min û malbata min, bûn.
Vê dilgermiya we, vê hezkirina we, tîna xwe dabû ser xemgînî û serme ya ku xwe van rojan li dinyaya me pêçabû û cih lê tengkir.
Spasî û hezkirina min ji bo we hemûyan.

Helîm Yûsiv

Elmanya

16.02.2010

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Sûriyê, piştî salên dirêj yên şer, parçebûn û wêrankirinê, derbasî qonaxeke pir hestiyar bûye, qonaxeke ku dê rengê dewletê û paşeroja têkiliyê di navbera pêkhatiyên wê de ji bo salên pêş de destnîşan bike, ku ji hemû aliyan tê xwestin ku ji mentiqê serdestî, mandelkirin û tunekirinê derbasî mentiqê lihevhatinê û avakirina dewletê bibin….

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…