sersaxî

Konê Reş

Malbata Xwedêjêrazî Kamîran Reşîd Berwarî!
Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Duhokê!
Guhdarên Radyoya Dengê Duhokê!
Çendî bi min tal û dijwar bû dema ku min nûçeya koçkirina dawî a destbirakê xwe Kamîran Reşîd Berwarî bihîst. Ez di cihê xwe de cemidîm, hestê min rawestiya û pêre-pêre li naskirina xwe û wî vegeriyam.. Naskirina ku bingehê wê, zimanê Kurdî…

 
Bi xemgîniyek mezin me koçkirina zanyarê hêja Şêx Selîmê Huseynî bihîst.
Xwedêjêrazî xwedî rolek bê hempa bû di belavkirina ronakbîrî û zanînê de.
bila serê malbata Huseynî sax be, kesê mîna Şêx Selîm di wicdanê gel de sax in
û ti carî na mirin.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd – sûriya
Qamişlo

22-2-2014
 

Bonîye Cegerxwin

Bi dilekî xemgîn ,min îro nûça koçkirina ,hevala kar û xebata xwe ya dîrokî ,ya ji salên dûr ve ,Fatma Şernexî bihîst.Ev nûçe ez pir xemgîn û dil bi êş kirim û ez vegerandim salên dûr ku derbasbûne,ew rojên xweş û geş ku min bi xuşka Fatma re û hin jinên din re bûrandine,rojên tev…

Xwişka hêja û dilovan Beyan Samî Ebdulrehman !
Tevahiya malbata rehmetî Samî Abdulrehman li herêma Kurdistanê !
Tevahiya malbata rehmetiya Fewziya Abdulrehman li bajarê Amûdê û li dervey Welat !
Bi dilekî xemgîn û bi êş û jan me nûçeya tal ya koçbarkirina dawî ya xwişk û keça xaltîka xwe ya hestiyar , dilovan û merovperwer , hêja Fewziya …

(duhok – welatê me – taybet) Di roja 12-12-2012 li hola yekîtiya nivîskarên kurd tayê Dihokê çilrojiya wexerkirina helbestvan û nivîskarê nemir yê bakurê kurdistanê Arjen Arî hat çêkirin di destpêka vê rojê de nivîskar Beşîr mizorî xêrhatina mêvana kir û kurteyek ji jiyana helbestvan Arjen Arî û berhemên wî ji mêvana re…

Êş û xemgîniyeke zor dilê me girt, dema me saloxa koçbûna hevalê xwe yê helbestvan Arşevê Oskan bihîst.
Arşevê Oskan helbestvan û nivîskarê kurd ku bêtirî ji bîst salan ve kêferatek tal û tund dikir bi mirinê re, rû li rû li hember nexweşiya pençeşêrê ya kor û bê dil, lê hevalê me Arşevê Oskan ligorî…

Malbat û dostên helbestvan û nivîskar Arşevê Oskan bi dilekî xemgîn nûçeya wefata wî radighînin. Arşevê ku di roja yekşemê 25.11.2012an de li Hamburg-Elmanya, piştî kêferatek dirêj bi nexweşiyê re, çûbû ser dilovaniya xwedê.
Behiya nemir dê di rojên şemî û yekşemê, 01-02/12/2012an de li Bremen-Elmanya, katjimêr 12.00-22.00, li ser navnîşana li jêr li dar keve:
Komela…

 
Îro (16.10.2012), li bajarê Qamişlo Xanima Evdo, pîrejina Kurd a ku serwextî folklorê kurdî yê orjînal bû û wek dîdevanekê bû ji heyamekî re, koça dawî kir.
Ew di sala 1932 an de li gundê Nicim, nêzîkî Qamişlo hatibû dinyayê, jiyana xwe li gundê Nicim, Doda, gundê Gedo û Qamişlo derbas kiribû..
Hêjaye gotinê ku ew kebaniya…

 
Roja Şemê 19.5.2012 li Bajarê Berlînê , jin , mêr , genc û porsipiyên dost û hevalên Birayê mezin hêja Dr. Hisên ji Berlîn û Bajarên din yên Elmanya gihaştin hev û mixabinya xwe diyar kirin û bi hevre li ser xebat û çalakiyên wî yên pîroz axivîn .
Bêgûman windakirina mirovekî wekû hêja Hisên valahîkî…

Roja çarşemê 16.5.2012 Katjimêr 22,17 h ; Welatparêz , Kurdperwer û Siyasetvan Birêz Dr. Hisên Sado Kîkî li Nexweşxana Charité li Bajarê Berlînê bi temenekî 74 salî çû ser dilovanya xwedê .Dr. Hisên di roja 25.9.1938 li taxa Kurda li Bajarê Şamê ji dayik bûye , sala 1962 koçbarî bajarê Berlîna ( Rojava ) ji…