sersaxî

Fatma Şernexî navekî dîrokî ,ye nayê jibîrkirin

Bonîye Cegerxwin

Bi dilekî xemgîn ,min îro nûça koçkirina ,hevala kar û xebata xwe ya dîrokî ,ya ji salên dûr ve ,Fatma Şernexî bihîst.Ev nûçe ez pir xemgîn û dil bi êş kirim û ez vegerandim  salên dûr ku derbasbûne,ew rojên xweş û geş ku min bi xuşka Fatma re û hin jinên din re bûrandine,rojên tev kar û xebata netewî û civakî bûn ,wek rojên şahiya Newrozê  ku ne pendî û bi dizî dihatin amadekirin lê pir xweş û geş bûn her û ha civîn û rûniştinên gel jinên kurd û gera  li tax û kolanên Qamişlo ji bo ku em, pirsa xwe ya netewî di nav jinên kurd de bela bikin, civîn û şahiya saz bikin,ew roj qet nayên jibîrkirin .
Min Fatma Şernexî  jineke tekoşer û werek naskiriye û jê min hêza xwe distand  û dilê min tund dibû,ew ji min re mînakeke pir belu bû,jinên weke Fatma şernexî dîroka Kurdistanê bi xebata xwe dixemilînin ,rêça xebatê   ji nifşare ronî dikin ,sed rehme li giyanê wê be ,bela gelê Kurd sax be û ji malbata wê re sersaxî.

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…