Seydayê Tîrêj
Şermola hejar li rûyên erdan
Wey war û cihê xeman û derdan
Rabe vê sibê xwe reş girêde
Karwanekî boş va tê ji rê de
Karwanekî bi hêl û mêl û nîşan
Va tête ji Amûda perîşan
Ne koçer in ew , ne warguhêz in
Westa ne li pêy hev , ew bi rêz in
Nêzîk in ne dûr in…
Dilawerê ZENGÎ
Kî serok û rêber e?
Bavê Şiyar serwer e
Taca zêrîn li ser e
Kes nîne li hember e
Tev de bêjin: Namirî
Pêşewa û serwerî
Him serok û rêberî
Namirî tu namirî
Qehreman û rêzan î
Perwer û torevanî
Rêça xebatê danî
Wek serokê Barzanî
Kêr nekir zilm û zorê
Serbilind çûye gorê
Ala wî tim li jorê
Xort û keç tev li dorê
Bavê Şiyar zindî ye
Navê…
Nisrîn Ehmed
1
Dem şaş bû.
Narvîn bû.
Li ser vê xaka dil ziwa…
evînek awarte peydabû.
Berûvajî çîrokên evîniyê…
Dawî despêk bû!.
Peywanên zikreşiyê, serî rakirin.
Ji serdemê ve, li bendî me ne.
Were…
Em demeke nû biaferînin.
Asoyeke li gorî baskên evîna xwe bilind bikin.
2
Evîn e…
Buhişt nameyeke di têlê telefonê re tê.
Ku tu bibûrî…
Buhar wê bi lez li…
Hilbîn Mihed Baqir
Dîsan ez im ji mirina helibestekê dayik dibim ve dema biharê ji peşêmanyê pêve tiştek li dor xwe nehêlat, keriba baranê li serê me dibarî bayê kur şaxên daran tazî dikirin. Tizibên sofîyan diqetîyan murik vêkira dibun elem…
Tujî li ser singa min rizgar bibe
û di qeraxên çavên min de
Destpêka poşmanyê ye û
û naxwazim…
Salih Cefer
Dîsa wekî her car ketim nav xem û xeyalên xwe yên belav kirî
Di quncikên tarîde gerîyam
ku kel û pelên bîranînên xwe bidin hev
Matmayî mam
Bê bersîv mam
Li dora xwe gerîyam
Ev çi xwatirxwestinê
Ev çi koçkirine
Ev çi nişkavkirine
Lê dizanim
Her ku xewn û xeyalên min dûrî talan û bêmafîyê dikevin
Her ku dilê min ji xemgînîyê bêpar…
Ekrem tehlo
-av-
Tevî bê bêhn û renge
Bê ziman û
Zare,
Li gel herkesî dilyare,
Biraz û veşarên xwe
Tovê hebûnê
Didêre,
Biguş guş û xwim xwim
Strana jiyanê
Dinihêre.
-ax-
Diramim di rewşate de
Mat dimînim!!!
Çawa dikare
Hemû celebên mirova
Bi germayî hembêz bike..?
Tevî veşara
Hinavêwan.
-agir-
Wekî dêwekî
Birçî,
Ku nêçîreke qelew
Bibîne,
di beze….
Ji hev cudanake
Hişk û ter,
Dide berhev
Dar û ber…..
Tim birçiye
Her dibeze
Bê westan.
-ba-
Xwezî bi dilê te
Bê basik
Difire,
Dergehan derbasdike
Bê…
Bêwar Girpirî
Dîse weke her car
Roja min li ber dawî di kevê
Ji bo careke dî şev ser min azer bi bê
Banga êvarî bi sibê re di kenê
Xewn şiyar di bin ji xewnên xwe
Di pingirin mîna min
Şiyar û razayî timî xewn û xewnin
Dûmana tutina min
Di nav reşê de winda di be
Di kevê nav…
Mihemed Ebdê
Mirwan94@hotmail.com
Gelkî xwe li min giran neke
Hîn li vê jiyanê ez bê evînim
Ne bêje nazik û rindim
Ez jî wek te xwîn şêrînim
Xwe li min delalî neke
Bi evîna te serxweş û dînim
De bêje Şêrîn û Xeçê û Zînim
Dilan ji cana diweşînim
Evînî çendî xweş be
Lê nabe wek evîna te
Geleg çav min dîtine
Lê ne wek rengên…
Demhat Dêrikî
Esmerê, min nedizanî wê dilê te dilê welatê min deyê ku di nava narîncok û bêhna agirê ji bin pêlavênbiyanan difore, bêhna beybûn, nêrgiz, bûkgulên zeviyanpêşkêşî te dike, zer bibe!..
Niha payîz di nava te de dike guve guv û pelgên dara dilê tediweşin! Ne Amed tê bîra te, ne Qamişlo, ne Hewlêr û ne…
Şêrzad Zeynelabidîn
Ger tu li gel min bî delal , yek pakî min bi dinê nîne
Her evîne ya may zelal , serokanî tev şêlîne
Bihara min tu yî herdem , wekî rojê ser helîne
Te peymanek dabû dîlber , kanê sozê tu bi cîh bîne
Ev dile her dem ê bi azar , çenk û perr jî di sotîne
Bila…