Helbest u pexşan

Demhat Dêrikî

1. Va nepeniyên dilê xwe yê ku di dibistana buhara dilê te de alfebaya hezkirina te xwendî û di qonaxpolên agirê te de bûyî pizot!..ji te re, ji heyva te re, ji stêrkên te re, ji tofan û bagera te re, ji çermesmerî û rondikên te re, ji şevên te re, ji herkîna…


Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

Di nav rabirdûya destên min de, destên ji rîhana bendemanê; taristaneke ji kûrekûrê û rexên spî yên stiranê dixeniqîn. Dilekî ji sîtava xwedê, ji spiyekî tîr, ji tîra xwedê direviya, li ser zimanê te mîna durêyên xatirxwestinê diçurusî û di bin zimanê min de yê ji bermayên dojehê wekû qenda heyatê diheliya.

Di deryaçeya çavên…

Yasîn Hisên

Ey tu çiqa bê bêxtî, her ku ez wê xeleka nepen di navbera xwe û te de vedikim, tu min di avêje , û xwe di kezeba min de mîna mendalekî di zikê dayika xwe de li benda avê…ez jî te xwedî dikim…bi gotinên xweş..bi şîretên xweş…bi hêstirên xweş..
Sibehên te bi girî û kenê…

Mele Nûriyê Hesarî

Evîna welat! Gelekî ti zorî
Ez nadim welat, bi çerxê jorî

Bavê min jêre dibêjin Yûsiv
Navek şêrîne, wek dims û hingiv

Diya min bi min, gelkî biha ye
Navê wê Xanim, kîza Mela ye

Ez li Hesarê, çêbûm ji dê re
Diya min zû çû, (Fermo) ji Xwedê re

Şehra me Mêrdîn, li Kurdistanê
Tirk li wan dikin îro fermanê

Jîna min…


Sêvîn Şêx Ebdî
Temen : 12 sal

Ez naxwazim ku çavên xwe bigrim,
Ez ê li benda stêrikan bim ku wan bigrin
Ez ê li benda ewran bim ku min bibin nava ezmanan
Ez naxwazim ku rûpelên xwe belavkirî bibînim

Ez naxwazim ku ji pelên darên payîzî yên li erdê belavkirî re bistrêm
Ez dixwazim ku rêzên jiyanê li ser rûpelên xwe…

Demhat Dêrikî
1.Çi sibehek xweş?! Bi ramûsanên barana ji pencerê re ji xewna dilê te şiyar bûm! Na na, gelo ez şiyarim yan hêj rêwiyê xewnê me? Ji her deverê min bêhna buhuştiya wê diforê!Ey yezdan, ev çi stêrka sibehê ye, ev çi bedewbûne hemû sînorên xweşkbûna wêneyên sirûştî derbas dike?! Ev periye, yan şaha periyaye?…

Kamran Simo Hedilî

ez ê
şadrojên çûyî
têxime tûrê xwe û herim
bîranînên me
di dilê xwe de veşêrim

hêviyên xwe
li vir bihêlim
û evîna te
bi xwe re bibim
ez ê guhên xwe
bi şima bêdengiyê bigirim
qêrînên xwe bêdeng bibim û herim
çiyayê hesretê
di nava xwe de mezin bikim
wênê çavên te
li asîman bineqişînim
kenê xwe
bi ewran…

Demhat Dêrikî

1. Di nava pêlên deriya ponijandinû awaza bayê mirinê de kuji dengê guve guva wê darbest ji dayîk dibin,tenê tu yî ronîvedana dilê min!

2. De bila peyvên wan li ber dîwarkên sêwî, pêşengehên tofana diyarîreşdestana Bekoyan bikin…ûdi navbera didanên xwe sêdaran amade bikin…madem tenê tu yî navnîşana pirtûkên dilê minû sernivîsên rojaneya hestên min,min…

Xelat Ehmed

Yabo
Ev çend rojin, ez dîsa gelek bi xwe re diaxivim.
Bi ser de jî, min duh hewara xwe gihand çemê nêzîkî malê. Ji kûrahiyan, zengilên dûr lêdixin.
Ji vê sibehê de deriyên girtî dibînim.

Bus; tram û trên, deriyên xwe digirin û xelkên têde girtiyên sekin û çûna wan ne.
Hîn bi ser de jî, her yek li…

Simko

Bilbilo rabe ji xew lê bi xwîne her dema
Bike qêrîn û gazî derîne der û xema
Awaza nûjen bike pêre stranê dema
Bêje bêje bilbilo saz û awazê xema

Kanî ew sozên te da vîn û peymana berê
Ro gihandin Şev nema wê gotina tey erê
Te nekarî pêk bînî yek sozê xwe dilberê
Her demî may reqe rû…