Gulgenima Adarê

 
Azad EKKAŞ
roni_alend@hotmail.com

1: Ramûsa Yekem.

 16`a Adara Sala 2004`an, piştî destpêka Raperîna Qamişlo bi çar rojan û di roja Bîranîna Helepçe de, Ruhstîn konên xwe li Heleb û Efrînê jî vedan…
Dîdara me li keviya kolanê bû,
     bi derengî ez hatime
Sirweya alayan û dengê qirikan
     em ber ba kirin
Morana Qamişlo xwe berdabû taxa me;
     Şazdeha Adarê ye
Çavên wê di nav girsê re bihurîn
       soza ramûsan çirûsiya

Gerdûmên1 dojehê çerxên xwe
   di ser me re gindirandin
Bangên azadiyê hêrandin
    azadî talan kir
Qîrîniya guleyên tîz noqiya
     di laşan de difetisî
Berika2 qederê di eniya wê de hênijî…
       mirin… hilmijî

Ruhstîn3 yara min ramûst revand
    şahnişîna xwe
Laşeke rengavêtî nav baskên min de hêla,
       nêrîneke bêhay
Ji berîkê nameya evînê der anî,
   min şûna ramûsê kir nihanî
Moran bi ser Helebê de digirt,
         çavên wê jî… xatir xwast çûn

Çarşem -21-7-2010 (Heleb)

2: Xewnên Miriyan

Bayê sibehên biharê di qirpîniya gorê re diguvguvî, peyvine hênik pê re hil dihatin li bînahiya dayikê leylan didan…

Fermîskên te ne dayê,
   rengê jînê bi min daye
Bê xêlî ketibûm sayê4,
   reng e Ruhstîn zava ye
Lorî lîlî dilsotê,
   çima te çav kil nedayê!
Gelo şehîd namirin,
   aya gotin ne wa ye!?

Roja welat her li ava,
   sorrengî dida… tav e
Bi tehreyan5 re hilatim serava`,
   tavîm ji her dil û çava`
Bi mijê zivistana har re,
    min nem da li rûyên evîndara`
Kena min ku li kavilan dipistiya,
   dibû sirûşa6 peyambera`

Yaro nivîna min dûr e,
   êdî ne li çu gor e
elendeyan dengê tilûr e,
   hinguran awaza bilûr e
digel roja bîstûyektîrêj e
   berve nehêniyê digihêje.
Ji Efrînê şûlikîm Laçînê7,
   ma Kurdistan her sor e!

În -23-7-2010(Heleb)

3: Lavijên Niviyan

Wa bîranînê,
   nema nimenim8 bihatî,
zarşîrîn genimgwîn kelogirînê…
Ma li kûristanê razî, tuy´
  çon bibînî?
   raperîna sêwî hê nebû şoreşeke fedîyok

Li ber dergehên paytextan
    tu qereçîk bî,
    li dorbajaran şilfetazî sema´kî bêmişûr9,
ba began bizava gewda te bibe
     xebat û dîrok,
dê tevtûşî10 te bin dehak û serok.

Ka wê kî bi ava şîndamarê bişon
                 termê11 bûkê
ji nav sergoya partîne sergadoş,
            hilînin nava çavika Termê Nehê12
ne nimêjkar in ne lavijbêj bona Karwankuj13

30-11-2010(Hewlêr)
__________________________________________
[1] – galîske; erebeya ga.
2 – gule.
3 – Ezraîl; Ferîşteyê Mirinê.
4- saye: sî.
5 – kelegerma havînê ya dema nîvroyan.
6-  Îlham, Wehî.
7- Paytexta Kurdistana Sor.
8 – Dengê dilopên baranê.
9- Bê zehmetî; bê westî.
10 – Tecawizî.
11 – Laş.
12 – Birceke stêrkan di nîvekada bakurî de, ji nav stêrkên wê Qurix (Stêrka Cemserê an jî Qawanê) stêrkeke pir ronîdar e her tim nîşanî aliya bakurê dike.

13 – Stêrkeke ronî ye, carina kerwanvan di navbera wê û Qurixê de şaş dikin û riya xwe wenda dikin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…