De rabin


Salih Cefer

De rabin lo , de rabin lo
çi xewa we girane lo
ci xeweke dirêje lo
bese îdî ev xewa westîyane û bê dawî
vaye hemû dunya rabûye ser piyan
yasemîn daketin hemû bexçeyan
bêhna yasemînan nakin win lo
Serî hildin
De serî hildin lo, de serî  hildin lo
ma ne bese xewa sermedî , ma ne bese  xewa bê xewî
ma xewa we ji xewê têr nebû  lo
vaye têrbûnjî  ji xewa we westîya lo

Hilma yasemînan
Hilma yasemînan bû mêvana  hemû goristanan
û bejna piran  xemilî bi wan lo
tenê goristana we
tenê goristana we, maye cîye strî û mitên çolan û
cîyê bagerok û axa berîyan lo  

axa berîyan lo
de bese lo, de bese lo

Serî rakin
Serî rakin yasemînên Qamişloka razayî
careke din
ji nûde
û bi rengekî din
rabin heyfa xwe hilînin
tolhildana xwe daxin kolanên Binxetê
agirên hestên xwe yasmin bikin lo
gem bikin lo
gur bikin lo
strî û kevir û koçin Binxetê bi yasminkin  lo
bi yasmînkin lo
yasmînan li kolanan biçînin  û
baxek yan qefdek yasmîn  bidin ber dilên dayikin dilşewetî
dayikin ku li hêvîya wê roja pîrozin
roja ku li goristanan û bê tirs
baxek yasmîn li ber serê we deynin lo
li ber serê we deynin lo
li ber serê we deynin lo
11-03-2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmûd Abbas

Neteweyên Biçûk û Cihê Wan di Pergala Nû ya Cîhanê de

Di pergala nû ya cîhanê de، giraniya netewe û welatan êdî tenê bi firehiya erdnîgariyê، hejmara gel an mezinahiya hêza leşkerî nayê pîvan. Ceribandinên çend dehsalên dawî nîşan didin ku welatên biçûk dikarin bi rêxistina baş، veberhênana li mirov، avakirina aboriyeke…

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…