Li ser şana demê Û rondik

Erê mamosteyê min, ma dê peyv cihê xwe di êş û bîrkirina me de têrê bikin?! Ma dê ev tevlîhevî me jî di bin sîwana azarên te bi xwe birî de vehewîne? Ma dê ev parçe çame têra hêjabûna te bike? Ma dê mirin çend caran berê xwe bide dukela hişê me? Ma ev gotinê dê bigihin meqamê te? Eve salek, Rezo, te kulavê vê jiyana mirî li ser serê me hişt,te barkir û kenekî hêmin û evîn û rewştekî bilind, bermayên te bûn. Te bo kê hişt? Kî dikare wî barî ragire!? Bila hezar rehme li gora te be û bila baqên gulan îro bibin navûnîşana vê rojê li ser giyanê te.
                                                Li ser şana demê Û rondik

                                    Bo bîranîna derbasbûna salekê li ser koçbûna seydayê Rezo.

Adarek e li ber dergehê me
Bayê payizê keşteyeke giran,
di tariyeke kovî de

çareke din awirek li paş
hemî rojan, bîranîn,
êş û bextê liberbaçûyî

lerze mijek
pêlek di quntarên hizra min î dûr de
bêdeng digirîm
ji strana xatirxwestinê

dar û stûnên ji xewnên çavên te
bar û xewek ji mayînên dilê me
tu hilata  balindeyên barkirî

Keştiyeke giran . . .
berterf dibin pêjna xilmaşokan!
Diçin û tu,  li nav me valahiyek . . . .

Mij bi kiras dibe
welat ê nêzîk dûr e dûr.
zaroktiya çîrok û çîvanokên te. . . .
Zend ên te rêyan didin ber xwe
dîsan dûr, ji te dûr,
li ber pencereke tarî rawestiyayî û dilên min digrî

Sal, roj û dehijmêr diçin,
werzê ku me şûna piyên xwe lê hiştibûn –
sipî, kolana reş xwest.
Hevîn jî dê bihê û biçe,
Belg dê xwe biguhurînin,
ez dê bimînim xewarekî bendîman!

Bêrîkirin roja min dadigire
Gilî, xemava agirdanekê ye –
Tel i bîra xwe tînim û li ser baskên kevoka te rondikên xwe vedihûnim., daku ji melûliya xwe rizgar bibe û vegere „lîs û hêlînê“. Kevoka te hişk xeydî ye û xaka welatê xwe berdaye..

Eve serê salekê, di dengê min navê te şînhat, tu nihatî, tu li virî, tu çirîska ji nişka ve, li nav kambaxiya min rûdidî û sirûdên xweragirtinê, ragirtina ji êşa  vê bêganetiyê ji min re dibêjî. Ne kêzka zêrîn, ne jî dîko, li bayê di nav cîgerê xwe de xwedî derdikevin. Ez dimînim di mijê de, mij û ji qelfatên vê dûriyê darbesta xwe jî li şûne te rêz dikim. Eger ez hatim, bila cihê min li def te vala be, daku em di bêdengiya çavên xerîbiyê de hêsirên xwe serxweş bikin.
Jiyan kevanekî ji cihê xwe nayête avêtin û bêrîkirin govenda ewrekî reş. Li ber dergehê demê me û ji dergevanî destûra derbasbûnê dixwazim. Eve salek e, min dengê nebihîstiye. Eve saleke, min ji vê taristanê salnameya qederê ristiye û eve salek e, tuxûbên ji têl û mayînan bersiva min didin.

Li destpêka vê salê nifşekî nû, ji nêrgiz, lal, kulîk û gulan dideynim ber bêhna te û bi rondikan xwe beroxir dikim. Ka bêrîkirina xwe radestî min bike.

                            Tengezarê marînî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...