Helbest u pexşan


Şêrzad zeynelabidin

Ketme derdê evîna te
Şev û roja me xew nîne
Ketim ser rêka jîna te
Were bîmarê xwe bîne

Were bîne bîmarê xo
Yê te sotî binarê xo
Rakêşe ber dîwarê xo
Nebê xelkî evê dîne

Wekî hiş çû xem peyda bû
Ku tîra xo li cergî dabû
Ne roh girt û ne berdabû
Lewa çav me pirrî xwîne

Bihar çû havîna bi rêve
Çi rû…

Ahwara Ako

mûmên azadî yê
1
mi bêrya te kir yi,
xewna tê hebûnê,
bi qîra azadî yê,
xwe di dilan di tîni vejînê.

chepka di nav destê bûkê di,
bifire bexchê geşbûnê,
ji bo aso yek nû
kulîlkek qawanê
diyarîyek ji axa beybûnê,
ji bo şoreşek dilpak,
gilawêj dibin xelatê zeynebûnê,
li ser dîwara tê nivîsandin,
peyva qededxe,
hilweşandini
ji hesta mirovantî yê ri
hilweşandina pûtên
perestiyekî necadi
li ber gora hezreta…



Hêmin Mendanî

Welatê min çi buheştî
di pirsim çawe tu hiştî

di pirsim ji Dil û Ceger
ji çav û Gavan, ji huner

li gel Hest û Nestên nazik
we çawe biriye Ceng û rik

we çawe ew Zevî hêlan
wê çi xewnê hûn hildêran

wê çi Sozê bin barxistin
di Deriya Kerban rewiştin

hemî ew Dildarên dilsoz
Gul û Rihan…

Lazgînê Dêrûnî

Şoreşa azadiyê va li dare dengê xorta bi qîrên û heware
Vê şoreşê dîwarê tirsê şikand vê sirûdê rijîma BASÊ hejand
Singa tazî bê çekin li kolana veger nîne vê carê serhildane
Aştî xwazin li dijwarê napirsin şêr û piling ji mirinê natirsin

Yan şehîd yan birîndar û yan girtî heta kengî ev jiyana koletî
Rûmet nema ev…

Tengezarê Marînî

Stran e, stran e!
Li destpêka hîveke çavlixew
Hîvê ji wî hez dikir,
ji min re bibêje,
surra evînê bibêj e
li naxê giyan,
te azadî dikir sîmfoniyeke berqerar
rîtma welatekî..
ji roniya çavên te har dibû

Tu, dîmenekî din bûyî,
sirûda azadiyê xwe li bejna te dipêça
tu yekî din bûyî,
kelemek di çavê celladan de
tu her dijiyayî û dijî,
her hebûyî di nav xewnên me…

Ahwara Ako

1-
warê vîn û evîn im
agirê zembîl froşim di evîna te di
mêvanê şevderengî ya te mi
mey vexwirê dûrbûna bêrîkirina te
gerdena azad ya te mi

xewna li ber kenarê ava mezin
buhara rengîn im
bo xeyala te
ji baxê evîna te
sinbilek ji axa beybûnê mi
xelata destgirtî ye te
çepkin di destê berbûyan deni
rêwiyekî rê dûrim
li…

Nizar Yosif

Em şêlo bûn di dîrokê de
Bi ebayê dostaniya xêrnexwazan
Quletênên ewlekaran
Şerbikên gemarê
Ser bexçên me de rijandin

Gul û guldank
Pel û gulav
Li ber xelkê lewitandin
Xaniyên me bûne çavdêr
Koser û sih dibin wek dêw
Bûn e reşikên xwe
Bûn e reşên hev
Di navberê de Rûvî bûn Şêr
Çengbirî man
Lewazên war
Li pêşber hev wek şûr û…

Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

Vê sibehê,
Tu di koşeyên tarî yên dilê min ê perçebûyî de
Çira û Newroz î
Halan û bahoz î
Şehîd û bîrdoz î
Pinpinîk û lîloz î
Kerwan û reşetoz î

Tu,
Sîtava xwedê yî
welatê eşqê yî
Çavlirêmana dayê yî
Naveroka tayê yî
Zimanê bayê yî
Tu,
Di xelwetxaneya min de
pirtûka herî Pîrrrrrrrrrroz î..

Vê sibehê,
Daristana çavên te bi tîrêjên rojê dixemilînim,
Navê te yê qedexe, wek…

EMER ISMAÎL

Cenge îro agire , van rihdirêjan gur dikin
Pîle pîlanin dihûnin , xwîna sore fir dikin

Lewlebazin , ceng berazin , sîxuran xurtir dikin
Li welatê rojhilat , sêwiyan ew pir dikin

Ev hezar sale rijêmin her di zorin ser gelan
Nexşê jînê kir ne pîrepind li çavan wer dikin

Kerb û kîna van dumuhran kevelê min tê birîn
Hebs û…

Bêwar Girpirî

Ji bo hemû miletan
Ji bo azadiya gelan
Bakin, bakin azadî
Serxwebûn û serfirazî
Sed saliya bîst û yek
Bi xwer anî dîmokrasî
Şahî û şînî

Serok û serwer û padîşah
Kuştin bi sed û hezaran
Xwîn rijan din van neyaran
Dibstan bûne zindan
Nexweşxane bûne warê kuştevanan
U milet, milet rabûn li ser pê
Sînga xwe dane ber gule û bumba
Natirsin ev ji wan
Lê ew bûne…