October 10, 2011

Rêzdaran serwer û endamên Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê.
Yekîtiya Hevrêziyên Ciwanên kurd li Sûriyê.
Malbata têkoşerê kurdê navdar Mişel Temo.
Bi dilekê kul û kovan me nûçeya terorkirina xebatkar û ronakbîrê kurdê navdar Mişel Temo bihîst.
Bi rastî evê rûdana giran û diltevzîn em ji nişkî ve hejandin û birîneka kûr di kovanê dilê me de vekir.

me serkirdê…

Besam Mistefa

Mêrxaso!
Li esmanên sahî bûyî stêrkek
Li deşta Sirûcê
Li qeraxa çemê Efrînê
Li Dêrik, li Qamişloka birîndar û Amûda şewatan..

Bûyî gulek!
Bi xwînê, xwîna xweyî sor û çirûskdar
Xwîna xweyî bi hilm û germ
Di dilan de, te nexşeyek kola!
Te bi xwîna xwe ya mezin
Xewneke mezin
Hêviyeke mezin
Sozeke mezin da me û te bar kir…
Û…
Tu li esmanên sahî bûyî stêrkek.