Miş`el Temo.. Agirê te ne vemirî

 
Mihemed Ebdê

Bi mêranî ti çû gornê  * * * * te ev digot tim û her cara
Bi serbilindî tim tû dijî * * * *  eyî gelemê çevên neyara
Mêranî  nayê kirîn ti cerî * * * *  ti bû sernav ji mêrara

Sal bûrendin di zindenê * * * *  ti hat  û te got ez, bixortara
Bibin yek gelê kurda  * * * *  va Miş`el ji bo me xwîn da
Ser bilind be bi wê xwînê * * * *  ser gornata  teva soz da
Ber em bimrin hezar carî  * * * *   ber derkevê kula di dilda
Karbikin hemû bi mêranî  * * * *  ber nemînê di dilê Miş`el de

Azadîyê tû buha giranî * * * *  aştî berxwedan û serhildanî
Golê xwînê teva ji bo te danî * * * *  ti ne li e`rd û ne li ezmanî
Azadî şêrîne ma tû kanî * * * *  roja qiyametê  bi bê xwyenî
Mûma azadîyê vêdikeve bixwînê * * * *  de were azedîyê li me bibe mêvanî

Oxir be ji tere evîndaro * * * *  evîna te ji evînê mizin tire
Evîna  welat û doza gele * * * *  dildaro ew evîn ma  bi tere
Ji ber tu mêr bû şehîd bûyî * * * *  ti bû mihvan li Me`şûq û giran mêra

De here bûhiştê xwedê bi tere * * * *  hezar mêr çêbin wek te ji mere

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…