Helbest u pexşan


Azad Ekkaş

Salûl têra êşkencedaran nake,
gewdeya pançilandî jî têra wan nake.
Ji gavekê wêdetir zencîr nahêle.
Ji reşahiyê wêdetir rûpûş nahêle…

Lê xwîna pijiqî azad e.
Raperîn bi welatekî qaîl nabe
Raperînê têra te welato nake
Nêçîrvanên xewnan,
çi serxweş bin çi bi nimêj bin,
bi heman rewînên xinisdar dê şopa meygerên azadiyê bipên.
Lê çipçipa xewnan ranaze
û ji zeviyên qamçîkirî re
ewr…

Ciwan Dêrikî

Di behiya EMERê Lalê de ev helbest hate nivîsîn, min dixwest di binê konê behiyê de bixwînim lê helbest nehatin xwendin, ji ber sibe çil rojiya wî ye ezê nekarim beşdar bibim, vê helbestê diyarî giyanê wî dikim.

Rêncberê toreya kurdî

Rêncberê tora welatî dilşewat babê Simo
Qebqeb û kewkê ribatî bê tebat babê Simo
Bilbilê kovan…

Mela Ehmedê Namî di bîranîna xwe ya 36 an de , helbesta xwe a bi navê AZDÎ, diyarî berdewamiya têkoşîna ciwanên azadîyê dike.

Samî Ehmed Namî

Were, ey ruhniya çav û dilê min
Tu guhdêr be bi jîrî gotinên min
Ji tiştê ko mi` dî û hatî serê min
Bi azadî bijîn xortên ciwanmêr

Kesê azad e şuxlê…

Emer Isma`îl

Zordar te şova me ya bi cotê Kihêlan
Bi xûn û xuhdana bav û kalan
Tovê xwe lê reşand û bi zordarî we çandin
Zordar te zimanê zarokan hilkişandin

Û zimanê xwe yê xwar tijî devê me kirin
Û viz navê dayîka xwe dibêjin
Te em kirin mêvanên perîşan
li ber dergehên malên xwe
Û ava bîrên me çikandin
û em…

Ekrem tehlo

Goga zemînê çûkeLihember wî dilêteQîşên çiya herifînBi zumîna dengêteRiwê xwezayê geşbû

Ji vedana dengêteKanya jînê herikîJi nav hîmên çengêteDîrok bi şerm lûsiyaLi delavên çavête
Wek birûskê te lêdaBilez û bez û lebatNepirsî li jîna xweşDema ku bankir welatXwîna sor xweş herikîLi dora zinar û latBejna zirav û lewendDa ber gullên bişewatBû stêrkek şên û geşLi…


Diya Ciwan

Min digot qey tu carî, dara Mazî hişk nabe….

û kevirên gundê me pîr nabin….
Min digot qey tu carî, Stêrik ranazên……
û birînên min careke dî şiyar nabin..
Min digot qey tu carî,
pênûsa min lal nabe…
De were loooo…de were lo…
Malavawo..

Çavên min û van helbestan.. ji riya vegera te..
westihan û qerimîn..
De were looo..
de were lo..binêre;
ka çawa ez…


Zoryar Tehlo

Bi ku de
ey xewna bê sînor
Ma tu ne westiya
ji lêgerînê
Te min kiriye
mîna çerxa felekê
Geh li jor
û geh li jêr

Tê bîra te
ew xewnên piçûk
Yên li hewşa kevin
li bin dara tûyê
Gava em zarok bûn
raborînên min dibişkivîn
Ew qonaxa gerdenaz
wan leystikên
li bin siya darê
Axaftinên bê guneh
Yên ku bi tîrêja
rojê re digirnijîn
Dîmena pela payizê
ya li pişt pencerê
bi çilapekên baranê…


Elwan shivan

Cil roj û cil shevên newêrek
Bi resh kûjîya te mijûldibûn
Cil tîr ji kevanên newêrek
Disînga qamishlokêde cikizîn

Cil shevên bê shevbiwêrk
Cil shevên ker cil rojên lal
Birêwîtiya tere meshexet û mihacirbûn
Mishelê min
Ne shevê kirasê lehengîya te lixwekir
Û
Ne rojê rextê tîkosherîya te li xwekir
Mishelê min
Shevê xwe disparte rojê
Û rojê xwe disparte …


Miş`el Osman (Bavê Nisrîn)

De bêje dilo de bêje
çendî keser
te hembêzkir
te çendî dojeh sarkir
çendî bizot te hilgirt
te çendî dem wergirt

De bêje dilo de bêje
Tu bi xwedêkî de bêje
Ma qey ne besin
Keser û bizot li hêlekê
Û derdê xerîbiyê
Li hêleke din şax vedaye..
Û bi ser jiyana min de
Perdeyên reş berdane..
. . .
Bêje dilo bêje
dibe ku jiyan…

Salih Cefer

Careke din Beisîyên xwînrêj destên xwe avêtin bejna hestên kuredewarîyê
Careke din li kuştinê bûne xwedî
Careke din xençera ji pişve dirêj kirin
Careke din bi tirsonekî rûyê dîroka xwe reş kirin
Careke din sinçên kîn û tolhildana êlane bereder kirin

Û
bi lez û bez, kîn û nemêranîya xwe avêtên kolanên qamişloka evînê
Û
xelkên wê dane ber…