Şehîdê azadîyê Bavê `Ela

 

Mihemed Ebdê

Bavê `Ela her kes dixwaze mîna te here gorê
Bi be bakrewan, raste mirin jehir û tehle?
Lê mirin carek e nabe gelek caran, ma ne te ev digot!
Ey kelema çavên neyaran
Ma ne zû bû ku tu neme bi be xuyanî

Ey hawara, di şoreşê de tim ti li pêş bû
Bûyî qurban ji ramanên xwe re wa ciwano
Ti şah ne bû bi vê şoreşê wa hevalo!
Evîndarê şoreşê bûyî wa xembaro
Te can ji mere gir bi gorî
Soza xwe te bir li serî, wefadaro
Miş`el tu nema bi tenê va hat mihvanê te
Va hat Bavê `Ela hevalê şopa te
Mêranî rêça te bû, tirs ne karê te bû
Ji gel re tu bû qurban xwîna te ji bîr nabe
Bavê `Ela di gorê de şabe, bûhişt bû cihê te
Laşê te çû gorê di dil de maye navê te
Deng dihat te çi digotin ji bo te di rê de
Mêranî ji tersa te diket tayê de
Gel dibakir bavê `Ela tu nemirî
Bi rondikan dişiştin dilê xwe
Qelenê azadîyê bûha ye xwîna merda yê
Azadî ne dûre  di aso yan de xwîya ye
Kurdino dest bidin hev ma kengî em ê şîyar bin
Dijmin leheng û mêrxas ji nav me neqandin
M`eşûq û Miş`el û  bavê `Ela di gorinê di civan din
Damarên xwînê ji dilê me kişan din
De herin bûhiştê nêzîk wê gelê me bi azadîyê şabin

23-2-2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…