Seydayê kesk

Abussemed memud

Li ber ronahiya mûmên te
Dîroka me xwe vedijîne
Seydayê kesk
Li ber dergehê mezara te
Bi evîna kurdewariyê
Bêvila min axê di male

Ji pilanên te
Li ber her kêlekê aleke
Şûna her dilopê dareke
Avdar bi bîranîna te
Pelên helkeftina
Azarî û şahiyan derdike
Seydayê kesk
Hwelêr û sulêmanî
Li kolan û daristanan
Bîna te di reşînin
Seydayê kesk
Di wêneyên te re
Pêşerojê dibinin
Seydyê kesk
Şîrmij sînga dê berdi de
Dev lê digerîne
Buhaye gelek şêrîne
Evîndar diyar ji hev re di‏‏‏‏şînin
Kevirê cûdî tev bişermin
Çima  li ber
Nagindirin
Tû yî sûnda oldara
Nîr û kulabê cotkara
Arama  ne weş û jara
Tû yî
Pênûsa nivîskara
Ba‏şûra xwndekara
Tû rêbere…….. namire
Mirin ji te li pa‏ştire
Mêrxasî bê reve
Ceger ji te bi çûktire
Ji vê pesnê gewrtire
Seydayê kesk
Navê te navê kurde
Li her derê li vê jinê
Navnîşan nave te ye
Tû kurd e  tû berzanî ye
Namire
Mirin ji te li paştire
Xaka azad   xaka azad

Gora te hêmêzkir e

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…

SEÎD YÛSIF

Kurdistan têgihek cografîyê, yek perçeye ji hev cuda nabe. û hem dibe yek ji kevintirîn xak, ku mirov têde niştecî bûye, û herwiha jêder û çavkaniya şaristaniyê ye

Ji dema ku împeratoriya mîdya di sala 550 B.Z hat rûxandin ew hîna bi serxwe ve nehatîye, û ne bûye yek…

Ezîz Xemcivîn

Rojavayê Kurdistanê dikele
û dilên me dikelîne..
Agir bi dexl û danê me ketiye
agir, me bi pêtiyên bêbextiyê disojîne…
Agir dêwekî devbixwîn e,
laşê min bi destê bêsozan disojîne…
Bîrîna me ne tenê Hocan û Sîpan e
û ne tenê zindaniyên Kobanî ne,
serjêvekirina kêşeyeka sêwî,
bê xwedan û kurdîniya Kurdên bê xwedî ne…
Serê me bi kêrgemara xwe…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Bi te bûme helbestvan
Bi hest û vîn û raman
Kevoka ber dilê min
Karxezala kurdistan
Tu pîrozî tu cejnî
Bi te şahî dibin can
Hemî cejnên buharê
Bi te dibin gulistan
Vîna min û te cejne
Avdar dibakê nîsan
Gul û sînem geşdibin
Dibê sema û dîlan
Digel Reqsa botanî
Bi şêxanî bablekan
Bihna gula difûrê
Şaxdidin gul û rîhan
Hest û dilê me…