Helbest u pexşan

Mizgîn Hesko

Ji bo şehîdên 12 ê adarê…û hemî şehîdên kurdan

Ji buharê ta buharê
Çend binefş bişkivîn…?
Çend nêrgis çilmisîn…?
Çend gelawêj çirisîn…?
Çend berbang fetisîn…?

Ji Helebça ta Qamişlo
Çend aheng
Çend festîvalê jiyanê
Têne li darxistin…?

Ji cejnên mirinê ta cejinên jînêÇend LeylaÇend EgîdÇend SamîÇend CiwanÇend Qasimlo
Ji dayik dibin…?
Çend pêxemberên nuhÇend Zardeştên kalAvistayê didomînin…?

Ji buharê ta buharê
Çend Barzanên nuh
Ji biskên rojêTêne…

Nizar Yosif

Sehên kedî war lekandin
Çavkanî vebûn
Cuh herikîn
Gurên têhn dev dane ber quletênan
Gewdeyan di mijin
Tihin naşikê

Cadeyan di alêsin
Di noşin ava jiyanê
Sermestên xwîna mirovan
Tim birçiyê goştê terin
Rehetiya çavên kujêran
Gorîdane,,,,
Komkujiye ,,,,,
Kevilkirine,,,,
Dil kevirin!
Axê xwîn mêt
Dilovanî hat sotandin
Kêrdestan şahî gerandin
Bextewarin ,,,,
Dilehîzin,,,,
Bi wan dîdaran şa dibin.

Bi hezaran pakrewanên sibehê ne
Pêjna aza ji şûna dewsa lingan tê
Bihna…

Ebdulsemed Mehmûd

Êvare ji dekşûrîXuleke bê dengîXwe li kenarêGulîzeran pêçaSîtavên avdarêLi bejna çîçekan digerin

Hermela çilwêranDi berqefa şanîdarê deRewake daxistinWaxxxxx ev çi şap bû ?Xwen li ber xwe wêran kirin
Şevekê zingilekî çav bêçar kirinDema heyvê valahiyek pêçaStêrk qamişlokîDi jiyana duyem de xwe avakirBelê sozek nedaIşev civate ?AdareRojnemevaniyeWaxxxxxx ev çi şap bû ?Xwe li bejna me girêda
Li dekşûrî…

Abussemed memud

Li ber ronahiya mûmên te
Dîroka me xwe vedijîne
Seydayê kesk
Li ber dergehê mezara te
Bi evîna kurdewariyê
Bêvila min axê di male
Ji pilanên te

Li ber her kêlekê aleke
Şûna her dilopê dareke
Avdar bi bîranîna te
Pelên helkeftina
Azarî û şahiyan derdike
Seydayê kesk
Hwelêr û sulêmanî
Li kolan û daristanan
Bîna te di reşînin
Seydayê kesk
Di wêneyên te re
Pêşerojê dibinin
Seydyê kesk
Şîrmij sînga dê berdi de
Dev…

Bavê rodî

Roja dozdihê avdarê * * * li bajarê min qamişlokê
Hatin kuştin xortê ciwan * * * ne jiber listikê nejber gokê
Ji qehrê wê roniya geş * * * ya rehnî dabû li dihokê
Tirsa wabû ji wê tirsê * * * go şewqa xwe bidê qamişlokê

Pelkê wa tev linavhevketin * * * berê xwe dane…

Mihemed Ebdê

Bavê `Ela her kes dixwaze mîna te here gorê
Bi be bakrewan, raste mirin jehir û tehle?
Lê mirin carek e nabe gelek caran, ma ne te ev digot!
Ey kelema çavên neyaran
Ma ne zû bû ku tu neme bi be xuyanî

Ey hawara, di şoreşê de tim ti li pêş bû
Bûyî qurban ji ramanên xwe re wa…


LAZGÎN DÊRÛNÎ

Îro ji nû bê hale dil
Têde vedane êşû kul
Dîse şiyar bû pûnijî
Karû xebata mey rijî
Karû xebata bê sere

Herkes dixwazê ji xwere
Dengê me naçê guh kere
Gel bê serok û rêbere
Qet qet kirin em vê demê
Bê hêz kirin em vê xemê
Hawar û gazî roj û şev
Hêzên me kurda bên li hev
Rûnin li dora masekê
Guh bidne hevdû…

Mihemedê Seyid Husên

Çima bêqidoşiya dîrokî
tenha li bextê me kurda ketiye…û
çiftiya libendemanê
çima timî me dirapêçe
çima em hêj tênegihane

ku destê tenê
li çepikan naxîne
bê dar û destekar
bê xwedî û dost yar
mîna pezê col
bê şivan û sermiyan
carekê me keys ji nêv
pencên derfetê nerevandiye
li vê radeyê metirsînê
em zincîr û merbend kirine
wisa timî sawgirtî li ber
bersivdanê…

D . Alan kîkanî

Bihar nedît
Hilm nekir beybûn
Nêrgiz bêhn nekir
Ne te û ne min

Pîroz nekir şev
Hemêz nekir hev
Maç nekir dev
Ne te û ne min

Dil bi ronahiya rojê şah nekir
Can bi evînê jiyan nekir
Çav bi çav kil nekir
Dev bi lêv hingiv nekir
Ne te û ne jî min

Ji sed û yek hesret
û hezar yek kul
Dil…

Mizgîn Hesko

Hîn ew dayikBermayên kezyên xweDiçêreDa ku rengê kendi hinarkên mendalên xwe debidomîne.

Hîn di şev zivistanan deBi çîrok û çîvanokên mêweyanTama sêvaLi ser zimanê sêwiyên xweDi,afirîne.
Hîn pişta wan bi şîrtên Xanîdaxdidîû ramanên wandi tenûra çandê dedikewitîne
hîn ji nifiştên paşla xweayetên Cezîrî
her roj
bîst û çar
nimêj dixwîne.

Hîn wanDi dergûşa dastanan deDilorîne.
Hîn terîşên miradêBi destê wan veGirêdidîÛ ji…