Yasîn Hisên
Amûdê
Hevalekî min helbestek bideng ji min re şand
Dengê wî, perçak ji helbestê û buhuştê bû…
Bangdikir: Ger ez mirim…….
Dema bi min re axivî
Ji min re got:
Çima baran dibare?
Min got:
Çima firîşte têne ber çavên min…?
Çima xatir ji gotinên te dibarin?
Deng li qiraxa buhuştê fetisî…
Ez jî di nava bombeyên rewrewkê de dialiyam…
Mîna serxweşan (Giriyê Ehmed Huseynî,,, hesretên Ciwan Xoce,,, hêstirên di nava dilê Xesn Cangîr,,, çixareyên E””””””””bduletîfê Huseynî,,, stranên Mehmûd yên beravêtî)
Dema we wî dengî,,, xatir ji min xwest…

Şîrove (0)