Mizgîn hesko
Kurd im
Penaber im
Ji revê ber bi reveke din ve
Û hemû riyên
Ku wan dişopînim
Bi tenha dagirtî remedêlk
Û hilma şikestinê
Û şikestîne
Şûşeyên dilan şikestî ne
Hemû riyên li pêş min
Mij û moran
Û tarî ne.
Kurd im…
Nevîçirka êş
Û wêranê me
Li şûn xwe
Min…
Welatek kelogirî hêla ye
Û di riyên biyan de
Li henaseyên
Welatekî digerim.
Di van xaçeriyên asê de
Li hawîrdorê xwe
Dizîvirim
Û şikestin
Min…
Nizar Yosif
Giyanê min
Di nava perên perperiyê re firî
Li ser nazikiyên te danî
Pê serwext im
Baxê te tor kiriye
Jîndar a te kilît kiriye
Ne narîn bin ew li xwe venahewîn in
Lê min şiya xwe vedizim
Di pencereya hestên te re
Li ser Dike ya dil rûnim
Li dilpêçanê bixwînim
Ewan tewiran vekolim
Min mal û sermiyan berdan
Lewante û avêngulan…
Kamran Simo Hedilî
siwara dilê min
bîr û baweriya
hatina
min
roj
di çavên te de
dikene
dilgermiya te
siwara dilê min e
li meydana rûmetê
tu qublegeha min î
di rastiya
janejînê de
tu ronîtava min î
şanazî
bi baskên te
li asîmanê hişê
min difire
ba bihêvî
di guhên min de
navê te dibêje
bêtirsî
wêrekî
dildarî
û evîn
ala kolanên te ne
Hemrîn, Şaho û Herekol…
Hesan Elî Îssa
(1) Deng
Xot deng e
Qîz çira ye
Çira tê dîtin
Deng tê bihîstin
Ev cirîda birûsk û tava ye
Tav; guregure û deng e
Birûsk şeqeşeqe û şewq e
Tav; siwara Yezdan e
Birûsk; qamiçiyê Xwedan e
Cirîda birûsk û tavan e
Çelengiya qîz û xortan e
Ji nav erwa, birûsk û tav vedan e
Di nav mitêla qîz û xortan de kêferat e
Cirîda deng…
Xizan Şîlan
perdeya cama sirên veşartî
ji zingezinga zengilê dilê te re
vedikim
ji parzûna hesretkêşiya te
êşa rojên tevizî
dipale
bi lingên şemitok
li dor xweşikiya bejna te
semahê digerînim
rîtma dilê xeşîm
di tîra bijangên te yên tûj de
serûbin bû
hespê xwe yê kumeyt
bi çargavî ber bi xeyala te ve
dibezînim
li xilmaşkiya xewnan
bêhna porê te ya qurnefîlî
mizdidim
di noşîna meya eşqa te de
sergêj û sermest li…
Ronî ELÎ
Pênûsa min
Ji bilî navê te
Ti tîp ezber nekirine
Û ji bilî hêviyên li ber destan
Ti hêvî
Terxan nekiriye
De ……. lèxe gewriya lal
Li kevanê vejîna mirinê
Û min
Li ber dadgeha evînê
Tewan bar neke
Pênûsa min
Di heyamên aşopî de …
Merwan GEDO
Derfet Roj li pey hev dimeşin
Ne wek hevdû rûgeşin
Bi saya keda rojê Jiyan û evîn xweşin.
Roja xweş ne diyar e, yê bixwaze dildar e.
Bi dest û hiş û mejî, di gel ew bendewar e.
Bendewarî hêvî ye, ew bê xebat sêwî ye
Jiyan wisa dibûre, yê bê hêvî rêwî ye.
Çavên me li defetê, ew…
Xalidê Heso
Bijî bijî kurdistan
Wan pêşmergên qehreman
Li cîhanê deng vedan
Ji pola ye vîna wan
Dilovan û pirr merdin
Ji dozê qet naberdin
Xwedî maf û dîrok in
Ew rêbaza serok in
Şervan û canfîda ne
Ewin neviyê şêran e
Wan sûnd xwarî bi Yezdan
Yan Kurdistan yan neman
Sîngên xwe kirne senger
Ji welat re sernaser
Cnfîda ne bo welat
Xwîna xwe kirne xelat
Kurdistan pirr biha ye
Qelen xwîna…
Xalidê Heso
Hewlêra rengîn! Qet xema nexwe, peyala aramiyê serbest vexwe.. Bera gulîstanên te bi çîçek û nêrgizan bixemilin.. Bera stêrkên ezmana li dor keleha te bicivin.. Bera çîrok û destanên qehremanan bixwe re bibin sînga ezmana, da bedewtir bibin.. Bera zarokên dibistanên te ala rengîn hildin û sirûda Ey Reqîb bi dengekî bilind bigihînin perê…
Nizar Yosif
Ez bê çare me
Derya kûre
Kinar winda
Rû ji Tavê
Sêwana xwe li jor rada
Ji nişkave
Bi xweziyên birçî veda
Rewşena wê
Bi ser de barî
Nem li tîbûnê weşiya
Bê zar ziman
Rawestiya
Hûnik ba yê wê
Nermî li min da
Tora Buharî
Bi min ve aland
Sêncek şitil û lem
Li dora min veda
Paşhest tejî bîn
Hest pêy di çêjin
Çav di…