Helbest u Vidyo

Şahiya Şahnazê


Nizar Yosif

Kêferata bandevê ye
Bi zayîna sînoran re
Li danîna berê xwe bigerin
Demsala tirş bûyî
Bi îşkên seqemê
Taviyên baranê
Ji ber buharê me tên
Di navbera bahozê re

Darên nûbar
Bihinteng di tewin
Di ka em bi hejandina rezan re
Ne xewixin
Di van nezelaliyan de
Çav mest nebin
Bi rûmeta mirovaya xwe
Hay bibin  
Di çarçova dildarê de
Li hev mijûl bin
Di vê çerxê re
Tav geşbiye
Bi meywe yên sewyayî bi çêjin
Sereylokan jê re bêjin
Bila dengê me bi bihîze
Em carekê evê çerxê rast babidin
Çendên caran
Me gotiye
Me kiriye
Çep keriyaye
Hatine çûtin
Dengvedana xwe bigirin
Bi hêza wê hawarê serwextin bibin
Roniyê li raserî vî welatî
Zemt bikin
Bila serdem bê xatir neçe
Xuhdan bêbazar bêhûde ne be
Bi xwestekên dilxwazê bistirin
Bîçimên ken ê li şahnazê vebin
Em û tav
Di kinarên feleka xweyîtiyê de
Ê li hev bigerin.
    24.01.16

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…