Helbest u pexşan

Ez ne serok û paşe me


C. Robarî
           
Ez ne serok û ne paşe me
Û nejî werzîr û mele me
Ez keçek Kurd, evîndara welatê xwe me

                        *
Ez ne beg û ne axe me
Û nejî xwedî zevî û fabrîke me
Ez keçek Kurd, şervana welatê xwe û gerîle me
                        *
Ez ne xwedî milk û seremaye me
Û nejî bazirganê tiştên qedexe me
Û nejî xwûnmij û stemkar û çete me
Ez keçek Kurd, evîndarê Kurdistan û pêşmerge me
                        *
Derdê min lo delal, ne mêr û pere ne
Derd û kêşa min serfiraziya xwediyê min û tene
Û hemû Kurdên bindest û tevê ez û tene
Bawerke heval, jiyana bê azadî derew û fen e
Dijmin dixwaze wisa ji xwe re bi me biken e
                        *
Ez ne serok û ne paşe me
Û nejî werzîr û mele me
Ez keçek Kurd xwende û zane me
Li hemû qadan, ez bi çek û pênûsê xwe amede me
Û serfiraz û azadim di axa xwe de
Ger tu jî wek min, xwedî wisa derd e
Ez ji niha de, par û evîndara te me .. te me.

 

22 – 02 – 2016

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…