Helbest u pexşan

Strana Newrozê


Konê Reş

Bîst û yekê adarê
Destpêkirina buharê
Şaxên daran bişkivîn
Ji kulîlkên sor û şîn
Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê

Rojên kevin hilatin
Rojên nû taze hatin
Rengê zemîn guherî
Şa bû, şivan û kerî
Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê
Xwîna mirov dijene
Pêre dil jî dikene
Keç û kurên me kurdan
Bi şahî dikin dîlan
Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê
Dibe dema evînê
Dil li ser dil datînê
Çûk û çivîk dixwînin
Hêlînên xwe datînin
Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê.

20.03.2016

Cejna Newrozê ye Serê nû Salê ye
Cejnê Cejnê Cejnê
Xanê rok hat bejnê
 
Cejna newrozê ye
Serê nû salê ye
 
Va dar dipişkivin
Çiya dixemilin
 
Bi zer û kesk û sor
Bi riçinê wek por

Çûk çivîk dixwîn in
Hêlîna datîn in
 
Dil lêdide bijen
Xwerist dibe bi ken
 
Mirov dibe rûgeş
Jiyan şêrîn û xweş

Cejnê Cejnê Cejnê
Xello rok hat bejnê
Cejna Newrozê ye
Destpêka salê ye
Cejna ji sed salan
Roja bav û kalan 
Heydê keko rabe
Bi vê rojê şabe
Em dadin agire
Ser zinar û gire
Agirê vê rojê
Nîşana Newrozê
 
Derenge zû rabe
Tev dostên xwe şabe.

Konê Reş, Qamişlo

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…